H’emû nûçeSereke

Marûkyan û Mamîcanyan li Vîênayê  rastî sîyasetmedarên Adirbêcanê hatine

Li akadêmîya parastina neteweyî ya Aûstryayê ya li Vîênayê ji alîyê navenda lêkolînên yekîtîya Avropayê ya navneteweyî rasthtina sîyasetmedarên ermenî û Adirbêcanê  organize kirine. Ev yek li ser rûpela xwe ya facebook ê ji alîyê parlamêntarê meclîsa Adirbêcanê û serokê partîya , «Enîya neteweyî» Razî Nûrûlayêvda hatîye ragihandin û wêneyek ji civînê li ser tora xwe ya civakî belav kirîye.

Di wê wêneyê de dîyar dibe ku di civînê de serokê partîya “Mûsafat” ya Adirbêcanê Arîf Hacîlî, serokê partîya “Ermenîstana ronî” Êdmon Marûkyan û serokê fraksîyona “Şerefa min” ya Ermenîstanê û endamê partîya komarî ya Ermenîstanê Hayk Mamîcanyan amade bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button