Forûma veberhênanê ya navneteweyî ya HIF ya Yêrêvan 2025 li Ermenîstanê wê bê lidarxistin

HIF Yêrêvan 2025, platformeke navneteweyî ya pêşeng ya ji bo nîqaşkirina meylên mêvanperwerîyê û hevkarîya veberhênanê, wê 18 ê hezîranê li Yêrêvanê bê li dar xistin û armanc ew e ku pêşkeftina sêktora geştîyar û mêvanperweriyê ya Ermenîstanê pêş bixe.
Li gorî “Armenpress” ê, forum ji bo pêşxistina veberhênanên bi rêya dîyalogê, avakirina hevkarîyên stratêjîk û beşdariya pêşveçûna domdar û her weha danasîna Ermenîstanê wek cîheke reqabetê li ser nexşeya mêvanperweriyê ya herêmî û cîhanî hatîye organîze kirin.
HIF Yêrêvanê ev cara duyemîn e li pey hev tê lidarxistin. Di encama HIF 2024 a de 2 peymanên veberhênanê hatine îmzekirin. HIF Yêrêvan 2025 dê balê bikişîne ser pêkanîna projeyên nû yên otêlê, pêşvebirina sîteya rast ya havîngehê, kişandina veberhênanên stratêjîk, pêkanîna çareseriyên dîjîtal, û yekkirina standardên pêşkeftina domdar.
Karsazên ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanya Mezin, Fransîyaye, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Rûsîyayê, Komara Çêxîyayê, Gurcistanê, Qatarê, Rûmyayê, Holandîyayê, Bêlçîkayê, Swîsre, Omanê û welatên din wê li Ermenîstanê li ser derfetên veberhênanê di sêktora mêvanperweriyê de nîqaş bikin û torên pêşeng yên cîhanê di sêktorê de raber bikin.
Di çalakiyê de wezîrê aborîyê yê Komara Ermenîstanê Gevorg Papoyan we bi axavtina vekirinê pêşda bê, koordînatora niştecîh ya Neteweyên Yekbûyî li Ermenîstanê Fransûaz Cakob, û mêvanên taybet yên, rêveberê cîbicîkar yê JTA International Investment ê Amîr Alî Salêmî Zadê, û serokê komîtêya hevkarîya aborî ya geşepêdanê ya rêxistinê Sêrjîo Gêrêyro. Axaftinên wan wê li ser meylên gerdûnî yên di hevkariya navneteweyî de, veberhênanên stratêjîk yên di sêktorê de, kişandina sermayeya demdirêj, û piştgirîkirina mezinbûna domdar bisekinin.







