SerekeSîyasî

Li Efrînê çekdaran gorên kurdan jî xeraxopan kirine

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê şopên çekdarên ku goristan û mal û dikanên kurdan talan kirine heta niha jî zindî ne.

Gundê Şêxûrzê yê nehîya Bilbilê ya Efrînê ye yek ji wan deveran e ku şopên talanê gelekî zindî û darîçav in.

Goristana gundê Şêxûrzê bi destê komên çekdar û erebên hawirde hatîye xeraxopankirin û rûmeta mirîyan jî hatîye şikandin.

Ji bilî goristana gund, mal û dikanên gundîyan jî hatine talankirin û wêrankirin.

“Em hêvîdar in ku em vegerin şûn û warê xwe, şûna bav û kalên xwe”

Ahmed Şêxo şênîyekî Şêxûrzê ye û piştî koçberîyeke dûr û dirêj vegerîya gundê bav û kalên xwe û wî ji Rûdawê re qala talana çekdaran kirîye:

“Piştî ketina rêjîma Esed, rewş li Efrînê hatîye guherandin. Erebên hawirde ji Efrînê derketin.

Rêjeya derketina ereban ji Bilbilê bêhtirî 95 selefan e. Wek em dibînin bi derketina wan re wêrankirin, talankirin û xirabkirin e.

Di vê erdê de bi tenê, bêhtirî 300 darên zeytûnê hebûn lê mixabin tenê du darên zeytûnê mane.

Em hêvîdar in ku em vegerin şûn û warê xwe, şûna bav û kalên xwe”.

Hinek agahîyên ku Rûdaw ê li gund wergirtine wiha ne:

Berî dagîrkirinê 150 malbat li gund dijiyan,

Heta niha tenê 14 malbatên resen vegeriyane gund,

100 malbatên ereb li gund hatibûn bicîhkirin.

Ji dema ketina rêjîmê ve 95 malbatên ereb ji gund derketine

Niha 5 malbatên ereb li gund mane

Çavkanîyeke taybet ji Rûdaw ê da zanîn ku ev malbatên mayî, malbatên çekdarên grûpa Siqûr el-Şemalê ne ku ew jî Ebû Nesîb, Ebû Yîhîya, Ebû Îbrahîm û Xalid Ebû Fewaz in.

Li gorî heman çavkanîyê, ew ji bo talankirina dahata demsala îsal ya zevîyên gund bar nakin.

Ew ji bo her dareke zeytûnan 7 dolaran bi destê zorê distînin û wan dest danîye ser bêhtirî nîvê milkê gundîyan.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdarên yên di kontrola wê de, 20 ê kanûna paşin, ya sala  2018 a ji asman û bejahîyê ve bi awayekî berfireh êrîşî Efrînê kirin ku wê demê di destê kurdan de bû.

Piştî wê êrîşa berfireh ya bi çekên giran, bajarê Efrînê 18 ê adara sala 2018 a ket destê artêşa Tirkîyayê û komên çekdar.

Di encama êrîşên giran û dagirkirinê de bi seda hezaran kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberîyê.

Piştî ku rêveberîya Şamê 8 ê kanûna pêşin ya sala 2024 a guherî, hukumeta Şamê hinek hêzên ewlehîyê li Efrînê bi cîh kirine lê binpêkirin heta roja wekî îro jî didomin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button