H’emû nûçeSereke
Tirkîya û Adirbêcan wê li Naxîcêvanê tetbîqata leşkerî bikin

Tirkîya û Adirbêcan wê li Naxîçêvanê tetbîqata leşkerî ya fermandar “Biratîya bêdawî-2025” bi piştgirîya kompyûtêrê û tetbîqata leşkerî ya taktîkî ya “Mûstafa Kemal Atatûrk-2025” bi guleyên rastî pêk bînin.
Li gorî plana tetbîqatê, yekîneyên mêxanîzm û komando wê bi piştgirîya topxane, yekîneyên parastina hewayî û hêzên hewayî, karên cuda yên perwerdehîya şer pêk bînin.
Bînin bîr ku Adirbêcan jî kirîna çekan ya bi mîlyard dolarî didomîne. Lê di demeke nêzîk de em ê dîsa çîrokên tirsnak yên propagandaya dewleta Adirbêcanê ji bo nifûsa xwe bibhîzin ku Ermenîstan qampa perwerdehîyê li dar dixe.







