Li Ermenîstanê fabrîka bahê 500 mîlyon dolarî 𝗔𝗜 wê bê çêkirin

Ermenîstan ne wek çavdêr, lê wek efirînerê fersendên nû tev li tevgera gerdûnî ya îstîxbarata çêkirî dibe. Piştî çend mehan xebatên amadekarîyê, hevaltîya 𝗙𝗶𝗿𝗲𝗯𝗶𝗿𝗱, hukumeta Komara Ermenîstanê û 𝗙𝗩𝗜𝗗𝗜𝗔 dest bi projeyek hevbeş dikin ku wê bi awayekî radîkal nexşeya têknolojîk û zanistî ya herêma me biguherîne.
Di çarçoveya projeyê de:
Wê veberhênaka 500 mîlyon dolarî bê kirin,
bi hezaran panêlên rojê wê bên sazkirin,
wê binesazîyeke bi kapasîteya zêdetirî 100 megavatî bê çêkirin,
û ji bo sala 2026 a tê plan kirin ku bi kar bîne.
“Farîka AI wê bibe platformek ji bo nûbûn, perwerde, zanist û karsaziyê. Ew ê geşepêdana destpêkên herêmî û navneteweyî teşwîq bike, girêdana zanist û teknolojiyê misoger bike, û Ermenistanê bike navendeke teknolojîk ya herêmî, cîhek ji bo efirandina rastîn ya îstîxbarata sûnî”.
Wezîr dîyar kirîye: “Bi vê înîsiyatîvê, Ermenîstan ne tenê bersivê dide guhertinên teknolojîk yên cîhanê, di heman demê de dibe beşdarê van pêvajoyan jî. Platformeke nû tê avakirin, ku potênsîyala herêmî li gorî geşedanên navneteweyî dê bibe xwedî derfet ku çareserîyên nûjen biefirîne. Ev veberhênaneke stratejîk e ji bo pêşkeftina têknolojîk ya demdirêj ya welatê me”.







