Xebera serxweşîyê

Guhdarên delal, duh ji bajarê Rûsyayêyî Novorosîyskê cabeke nebixêrîyê gihîşte me. Em pê hesîyan, wekî wekîlekî cimeta meyî li Rûsyayê Paşo Begê Tihar Begê çûye ser dilovanîya Xwedê.
Paşo Begê Tihar Begê nebîyê Şevav Begê bû, yê ku kurê Emir Axayê Elî Axayê mantacî û serokê êla ortilîya bû. Mînanî hemû malbetên êzdîya, yazîya malbeta wan jî, sala 1918 a bi mecbûrî tevî malbetên êzdîyaye mayîn ji alîyê Îdirê, ji gundê Taûşana Mezin derbazî Ermenîstana îroyîn dibin. Ew pêşîyê tên gundê nehîya Telînêyî Dîyanê û li wir cîwar dibin, lê paşê derbazî bajarê Yêrêvanê dibin. Hetanî salên 1990-î, hetanî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê, ew li vir dimînin. Feqet, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê, malbeta Paşo Begê jî mînanî gelek malbeta cîguhastî Rûsîaye dibe.
Paşo Beg xweyê qedir û hurmeta bilind bû, ew hizkirîyê cimetê bû. Bi jîyîna li Rûsîayê, ewî Ermenîstan bîr nedikir. Gelek cara, meriv dikaribû li ser merasîmên şayê yan jî şînê rastî wî bihata û tê bêjî ew li Rûsyayê nedijît.
Em serxweşîyê didine malbeta Paşo Begê, koma wî, heval-hogirên wî. Bila rehma Xwedê lê be, bila serê malbetê û komê saxbe, bila cîyê wî buhuştîbe.







