H’emû nûçeSereke
“Şîva heft mêlîkan”: şêfên mîşelîyê li Kapanê

Komîteya tûrîzmê ya Ermenîstanê radigihîne ku wê di 15 ê hezîranê li Kapanê çalakiyeke taybet ya gastronomî-çandî ya bi ser navê “Şîva heft Mêlîkan” bê li dar xistin, ku wê di bin dîmena efsûnî ya Xustupê de bê raber kirin.
“Di çarçoveya înîsîyatîfa Gastrocamp Kapan 2025 de, ji derdora 5 welatan şêfên mîşêlîyê yên stêrkirî dê kampanyayek ji bo vekolîn û danasîna reçeteyên kevneşopî yên civakên Kapan pêk bînin. Menuyek ji 7 qursan dê bê çêkirin ku dê çanda gastronomî ya Kapan rvber bike û bibe karta bangê ya bêhempa ya bajêr”.
Daxuyanîyê de hatîye gotin: “Ev projeyeke bêhempa ye ku pêjgeha cîhanê, çand û dîroka ermenîyan tîne cem hev”,







