Nîkol Paşînyan beşdarî gotûbêja bi sernavê “Ermenîstan li cîhaneke ku diguhere” bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî konfêransa ewlekarîya navneteweyî ya bi prêstîj “GLOBSEC 2025” ya ku li Prahayê tê lidarxistin bûye û di niqaşa “Ermenîstan li cîhaneke ku diguhere ” axivîye.Derheqa wê yekêda navenda ragîhandinê ya hukumetê ragîhandîye.
“Serokwezîr Paşînyan di axaftina xwe de nêzîkatî û nêrîna hukumeta Ermenîstanê ya derbarê geşedanên herêmî, kêşeyên ewlekarî û îmkanên avakirina aşîtîyê raber kirîye.
Serokwezîr bi taybetî behsa pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kirîye û pabendbûna hukumeta Ermenîstanê ji bo bidestxistina çareserîyeke aşîtîyanda dupat kirîye.Ewî daye kifşê, ku têksta peymana aşîtîyê di navbera her du welatan da hatîye rêxistin û niha girîngî bi dawî anîna piroseya îmzakirin û cîbicîkirina wê ye bo bidestveanîna aşîtîya berdewam li herêmê.
Serokwezîr Paşînyan li ser girîngîya îstiqirar û aşîtîya herêmê jî destnîşan kirîye ku gavên ku ji bo aşîtîyê pêk tên divê li ser esasê bawerî û dîyalogê bên kirin.Ewî teqez kirîye ku Ermenîstan amade ye xebatên berdewam di vî warî de bidomîne, ku wê bibe garantîyake girîng ya ewlehî û aşîtîya mayînde li herêmê.
Nîkol Paşînyan projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin, armanca wê ew e ku rê li ber vekirina peywendîyên herêmî û têkilîyên aborî mîsoger bike”,- daxuyanîyêda hatîye got.







