Kopîrkîn: Rûsya ji Kafkasya Başûr dernakeve

Balyozê awarte û temsîlkar yê Fêdêrasîyona Rûsyayêye li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye ku Rûsîya ne tenê dest ji Kafkasya Başûr bernade, lê belê bala xwe li ser rewşa herêmê û têkilîyên bi Komara Ermenîstanê re jî lawaz nake.
Kopîrkîn di hevpeyvîna bi Euromedia 24 re gotîye: “Serdanên vê dawîyê yên asta bilind nîşaneke pir girîng e ku Rûsya ne tenê dest ji Kafkasya Başûr bernade, lê di heman demê de bala xwe li ser rewşa herêmê yan têkilîyên bi Komara Ermenîstanê re wek welatekî bira û hevalbend lawaz nake”.
Sefîre bang kirîye ku rû bi rûbûna rastîyan bê dîtin: erdnîgarî, dîrok, faktorên mirovahî, pirsgirêkên ewlehîyê, ev hemû jî Rûsyayê dike parçeyeke bingehîn ya vê rêkeftina herêmî.
“Rûsîya çawa dikare ji vir derkeve? Helbet niha pêvajoyên pir tevlîhev diqewimin û Rûsîya rû bi rû kêşeyên pir giran û çarenûsî ye, lê ev yek bi tu awayî girîngîya têkilîyên bi Ermenîstanê re ji bo Fêdêrasîyona Rûsyayê kêm nake.” Kopîrkîn gotîye.
Ewî bi fermî ragîhandîye ku Kafkasya Başûr yek ji rêgezên sereke yên sîyaseta der ya Rûsyayê ye.
Kopîrkin tekez kirîye: “Ev yek di belgeyên bernameya pêwendîdar ya Fêdêrasîyona Rûsyayê de hatîye tomarkirin. Rûsîya ji bo serwêrîya Ermenîstanê, yekparçeya axa wê û asayîkirina têkilîyên bi cînarên xwe re mîsoger dike, hemû tedbîrên pêwîst digire û amade ye bike û di vî warî de gelek tişt hatine kirin”.







