
Ajanseke amerîkayî ragihand ku, hêzên Amerîkayê ji du bingehên xwe yên li parêzgeha Hesekê ya Sûryayê derketine û HSD çûye cîhê wan.
Ajansa Reuters ê ya nûçeyan 17 ê hezîrane ragîhandîye: “Di çarçoveya kêmkirina hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn de, Hêzên Amerîkayê du bingehên xwe yên leşkerî li bakûrê rojhilatê Sûryayê vala kirin”.
Ajansa navbirî amaje jî da ku, “Ew bingeh niha vala ne û ji hêla yekîneyeke piçûk ya Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) ve zêrevanî lê tê kirin”.
Her wê ajansê ji zarê fermandarekî HSD ê veguhest ku, valakirina wan bingehan ji alîyê Amerîkayê ve ji bo vejandina DAIŞ ê metirsiyeke cîdî ye.
Reuters ê eşkere jî kirîye ku, hêzên Amerîkayê ji bingehên El-Wezîr û Tel Beyderê yên parêzgeha Hesekê ya Sûryayê vekişîyane. Bi vî awayî jî, hejmara giştî ya bingehên Amêrîkayê yên ku di dema rêveberîya Tramp de li Sûryayê hatine berdan digihîne çar bingehan.
Pêştir nûnerê taybet yê Donald Tramp li Sûryayê Tom Barak, ku herwesa balyozê Amêrîkayê li Tirkîyayê ye, di çavpêketineke têlêvîzyonî de ragîhandibû: “Hejmara bingehên me li Sûryayê ji heşt bingehan bo pênc bingehan û di dû re jî bo sê bingehan kêm bûye. Merema me ew e ku em heta yek baregehê kêm bikin”.







