Me ev şera nexwestîye, zor li me hatîye kirin: balyozê Îranêyî li Ermenîstanê

Êrîşa rêjîma sîyonîstî li ser Îranê êrîşa ser tevaya sîstêma Netewên Yekbûyî û metirsîyeke cidî li ser aşîtî û ewlehîya navneteweyî ye.Balyozê Îranê Mehdî Sobhanî di civîna çapemenîyê de gotîye.
Ewî gotîye,rêjîma sîyonîstî hebûna xwe di şer de dibîne, şer ne amrazek ji bo vê rêjîmê ye, belkî armanc e. Ev rejîma sexte li gorî xwe bi şer, xwînrijandin, destdirêjî û gefan hewil dide mîmarîya xwe ya serwêrîya navçê ava bike. Ev rêjîm dijminê dîplomasîyê ye, faktora sereke ya bêîstiqirara Rojhilata Navîn e.
Îran Amêrîkayê wek beşdarê êrîşên Îsrayêlê dibîne û îdîayên Waşîngtonê yên dîyalog û dîplomasîyê red dike.
“Me ev şer nexwestîye, lê bi zorê li me hatîye kirin. Em niha hukumeta Amêrîkayê ji ber piştgirîya tam ya ji kiryarên Îsrayêlê yên li dijî Îranê berpirsyar dibînin. Li gorî me, Amêrîka di van êrîşan de beşdar e û divê berpirsyarîya xwe qebûl bike, dev ji durûtîyê û xapandina civaka cîhanê berde. Peymana bi zorê ne peyman e, teslîmbûn e. Em teslîm nabin”,- balyoz gotîye.







