
Seroka dîplomasîya Avropayê Kaya Kalas banga piştevaniya zêdetir ji bo Ûkraînayê kirîye. Wek din, li gorî Kalasê, Avropa wê neçar bimîne ku rûsî fêr bibe, The Guardian ê ragîhandîye.
Serekê dîplomatên Yekîtîya Avropayê bawer dike ku yekîtî beşdarîya xwe di piştgirîkirina Ûkraînayê de dike, ne tenê ji ber ku “Ûkraîna xeta yekem ya berevanîyê ya avropî ye”, û Rûsya tenê bersiva bikaranîna hêzê dide.
Ewî bal kişand ser girîngiya gera 18 emîn ya cezayên ku ji hêla Yekîtîya Avropayê ve hatîye pêşniyar kirin û gotîye ku “Herge cezayek şîyana Rûsyayê ya meşandina vî şerî lawaz dike”.
Kalasê destnîşan kirîye ku divê Avropa ji bo Ûkraînayê û ewlehîya xwe zêdetir bike.
“Heger em îdî alîkarîya Ûkraînayê nekin, divê em hemû dest bi fêrbûna rûsî bikin. Ûkraîna îro çiqas bihêztir li qada şer be, ew ê li ser maseya muzakereyê bihêztir be dema ku Rûsya di dawiyê de amade ye ji bo axaftinê”,- ewe gotîye.







