H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan û Receb Êrdogan wê 20 ê hezîranê li Stembolê bicivin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 20 ê hezîranê bi serdana xebatê here Stembolê, serokê daîreya têkilîyên giştî ya srokatîya sererkanîyê Fahrêtîn Altûn gotîye.
“Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 20 ê hezîrana sala 2025 a serdana welatê me bike. Serokkomarê me Receb Tayîb Êrdogan wê li Stembolê birêz Paşînyan pêşwazî bike”,- ewî X de nivîsîye.
Roja sêşemê serokê parlamentoya Ermenîstanê Alên Sîmonyan ji rojnamevanan re ragîhandibû ku Paşînyan wê 20 ê hezîranê here Tirkîyayê. Sîmonyan bernameya serdanê bi hûrgilî negotibû, lê destnîşan kiribû ku wê giranî li ser tevaya têkilîyên dualî be.







