SerekeSîyasî

Êrîşa Îsrayêlê ya li ser Îranê, dewletên  kendava Farisî matmayî dihêle: Bloomberg

Bloomberg ê li ser zarê çavkanîyan ragihandîye, destpêkirina tevgera leşkerî ya Îsrayêlê li dijî Îranê di dema danûstandinên li ser rêkeftina atomî ji bo welatên ereb yên kendava Farisî syûrprîz bûye.

Wana gotîye welatên erebî hay ji nîyeta Îsrayêlê hebûn lê ji biryara serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû ji bo lêdana Îranê matmayî man piştî ku danûstandinên li gel Dewletên Yekbûyî li ser rêkeftina atomî berdewam bûn. Welatên kendava Farisî hîs kirin ku wan hêza serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ji bo astengkirina Natanyahû zêde nirxandîye, çavkanîyan gotîye.

Hevpeyvînên Bloomberg ê amaje bi wê yekê jî kirin ku welatên ereb bi salan e ji bo kêmkirina kêşeyan bi Îranê re dixebitin, ji wan veberhênanên bi mîlyarda dolar li aborîya Komara Îslamî ya Îranê bo razîkirina Îranê bo îmzakirina hin rêkevtinên navokî.

Welatên ereb ditirsin ku Têhranê êrîşî jêrxaneya wan ya pêtrolê bike û planên geşepêdana aborî li herêmê têk bide. Herwiha welatên kendava Farisî bi awayekî cidî li ser îhtîmala guhertina rêjîmê û kaosê li Îranê gotûbêj dikin, heger Amêrîka biryara lêdana wî welatî bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button