
Têhran çaverê dike ku Tibîlîsî “helwesteke prînsîp û yasayî” bigire û Îsrayêlê şermezar bike di çarçoveya gurbûna nakokîyan li Rojhilata Navîn.Derheqa wê yekêda balyozê Îranêyî li Gurcistanê Mehmûd Edîb di bersiva pirsên rojnamevanên Gurcistanê gotîye.
“Bêdengî yan jî hilbijartina helwesteke ku dibe êrîşkar teşwîq bike ji bo berdewamkirina tawanên xwe, bi encamên cidî li ser nîzama navneteweyî û aramîya navçeyî tijî ye. Em hêvî dikin ku Gurcistan helwesteke prînsîp û yasayî werbigire û bi eşkere binpêkirinên eşkere yên qanûnên navneteweyî şermezar bike”,-gotinên dîplomat ji alîyê balyozxaneya Îranê hatine ragîhandin.
Li gor gotina wî, Îranê bi berdewamî di demên krîtîk de, ji wan di dema krîza ênêrjîyê ya sala 2006 a de, piştgirî daye Gurcistanê û li ser platformên navneteweyî parastina yekîtîya axa xwe kirîye.
Dîplomat her wiha sîyasetên Têhranê û Tel Avîvê berawird kirîye û gotîye ku Îsrayêl piştî şerê rûsa-gurcaye sala 2008 a “helwesteke ne têgihîştî û nezelal” girtîye.
Hêjayî gotinê ye ku wê demê hem Îran û hem jî Îsrayêl xwe ji rexnekirina Moskvayê dûr girtin û xwe bi daxuyanîyên parastina serwêrîya Gurcistanê ve girê didan.
“Di navbera Îranê û Îsrayêlê de ferqeke mezin heye. Li gorî wî, Îran berevajî rêjîma Îsrayêlê rêzê li yekparçeya axa dewletan digre û hertim pabendî yasayên navdewletî bûye. “Ez bawer im ku ev cudahîya eşkere di helwestên exlaqî de, hilbijartina dost û dijminê rastîn, ji bo hemî endamên civaka navneteweyî, di nav de hukumeta Gurcistanê û gelê vî welatî, zelal e”,- balyoz gotîye.
Şeva 13 ê hezîranê, Îsrayêlê êrîşî navendên atomî û leşkerî yên Îranê kirîye û gefa zêde ya ji alyê Îranê ragîhandîye. Li hember vê yekê Têhranê bi sedan mûşekên balîstîk ber bi Îsrayêlê ve avîtin. Pevguhertina derba ev çend roj in didome.
Wezîreta Gurcistanêye karên der dilgiranîya xwe ya kûr li hember alozbûna rewşa Rojhilata Navîn nîşan daye û tekezî li ser giringîya hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina alozîyan kirîye.







