
Li paytexta Sûryayê Şamê, teqînek li dêrekê de rû da, li gorî amarên destpêkê 9 welatîyên sîvîl hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî peyamnêrê Kurdistan 24 ê li Şamê, 22 ê hezîranê teqînek li hundurê dêra Mar Îlyas ya li taxa Duweylê ya rû da.
Wezîreta tenduristîyê ya Sûrîyayê ji ajansa fermî ya welat re ragîhandîye, li gorî amarên destpêkê, di encama teqînê de 9 welatîyên sîvîl hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne.
Ev kiryareke newêrek e
Piştî teqînê, wezîrê ragîhandinê yê Sûrîyayê Hemze Mustefa li ser tora civakî ya X ê daxuyanîyek belav kirîye û tê de ragîhandîye: “Em teqîna têrorîstî ya ku dêra li Duweyle ya Şamê kirîye armanc, bi tundî şermezar dikin û sersaxîyê ji malbatên qurbanîyan re dixwazin. Ev kiryara newêrek li dijî nirxên welatîbûnê ye ku me hemûyan tîne cem hev”.
Wezîrê ragîhandinê tekezî li ser girîngîya “yekîtîya niştimanî û aşîtîya civakî” kirîye û soza dewletê dubare kirîye ku wê ji bo şerê li dijî “rêxistinên tawankar” û parastina civakê hemû hewlan bidin.







