SerekeSîyasî

“Xaçerêya aşîtîyê” nikare pêk neyê, ew pirsa demê ye: serokwezîr

Pêngava “Xaçerêya aşîtîyê” nikare pêk neyê. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevdîtina bi nûnerên civaka ermenî yên li Tirkîyayê re gotîye.

“Xaçerêya aşîtîyê” nikare pêk neyê. Ew pirsa demê ye. Tiştekî din e ku dem hinekî kurt be, hinekî dirêj be. Ne mimkûn e ku ev yek pêk neyê. “Xaçerêya aşîtîyê” ev du sal in heye û ev cara yekem e ku ez ê bi aramî bernameya xwe rû bi rû bi serokkomarê Tirkîyayê re raber bikim”,- serokwezîr gotîye.

Paşînyan destnîşan kirîye ku berîya ku alîyê tirk bersivê bide, divê Ermenîstan bernameya xwe ya tam  raber bike.

“Di serî de divê em bêjin, bernameya xwe raber bikin, li ser çi ye, paşê bêjin ka Tirkîya çi difikire. Ez usa difikirim ku ev yek nikare pêk nayê, ji ber ku bi kêmanî axaftinên me yên heta îro û geşedanên cîhanî nîşan didin ku “Xaçerêya aşîtîyê” wê çê bibe”,-serokwezîr gotîye.

Serokwezîr her wiha bal kişandîye ser encamên muhtemel yên sîyasî jî û tekez kirîye ku dema ev proje bê cî bi cîkirin, Adirbêcan jî wê hewil bide ku wek pêkanîna “Korîdora Zangêzûrê” nîşan bide.

Paşînyan di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Em vê yekê fêm dikin û divê em li xwe mikur bên ku dema “Xaçerêya aşîtîyê” vebe, Adirbêcan wê bêje, binhêrin “Korîdora Zangêzûrê” vebû. Divê em ji vê re amade bin”,- Paşînyan bi dawî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button