
Bi bawarîya min hevdîtina serokkomarê Tirkîyayê û serokwezîrê Ermenîstanê ya li Stembolê tu pêwendîya wê bi şerê Îran û Îsrayêlê re nîne, îhtîmal e ku ev biryar berê hatibû dayîn.Derheqa wê yekêda tirkzan Rûbên Safrastyan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan gotîye.
“Em zanin ku cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der heftêkê berê ji bo amadekarîya serdanê çûbû wir.
Ez nikarim bêjim pêvajoya asayîkirina peywendîyên Ermenîstan-Tirkîyayê wê çawa bimeşe. Bi dîtina min ya giştî ew e ku ev serdan di bingehê xwe de tiştekî nû bi xwe re nayîne û Tirkîya wê helwesta xwe bidomîne û helwesta Tirkîyayê jî ew e ku Êrdogan bi xwe çend cara ragîhandîye heta ku bi Adirbêcanê re peyman neyê îmzekirin, Tirkîya di warê asayîkirina têkilîyên bi Ermenîstanê re tu gavan navêje»,-ewî gotîye.







