SerekeSîyasî

Serokê “Rossotrûdnîçêstvo” ê li Ermenîstanê li ser rewşa li dora Îranê

Nêzîkî 14 tonn bombe li ser dewleteke ne  atomî ya serwêr têne avîtin. Ev yek ji alîyê serokê “Rossotrûdnîçêstvo “ ê li Ermenîstanê Vadîm Fêfîlov, di konfêransa “Nêzîktêdayînên niha yên Rûsyayê ji bo hevkarîyê bi welatên Kafkasya Başûr re li ber rewşa xerab ya li Rojhilata Navîn” ku li Yêrêvanê hatîye organîzekirin, gotîye.

Li gor wî rewş bi du peyvan wek “rêgezên bê rêgez” tê binavkirin.

Vadîm Fêfîlov destnîşan kirîye ku ev zêdebûn bi dêzînformasyonên aktîv re pêk tê û nêzîkatîyeke wiha bi salan e di meriyetê de ye. Di vî warî de mînakek da ku di salên 1990 î de li Kosovayê şahidî kiriye.

Weke ku Vadîm Fêfilov gotîye, sala 1998 a , «Reuters» ê dîmenên jin û zarokên albanî ku tê îdiakirin ku hewl didin ji destê sêrbîyan birevin, weşand. Lê belê wek ku hevkarên agahdar gotine, jin ji bo temaşekirina beşeke din ya rêzefîlmeke navdar ya têlêvîzyonê diçûn gundekî cînar, ji ber ku di wê kêliyê de êlêktrîk gundê wan qut bûbû.

Fefîlov tekez kirîye, bi gotineke din, hem wê demê û hem jî niha, hewl û çavkanîyên mezin di kampanyaya dêzînformasyonê de têne razandin û Îran jî ne îstîsna ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button