Em xwesteka Ermenîstanê ya ber bi Avropayê ve pir qewîn texmîn dikin: Alên Bêrsê

Sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê Alên Bêrsên, dema ku bandorên xwe yên ji serdana xwe ya fermî ya Ermenîstanê parve kirîye, destnîşan kirîye ku Strasbûrg xwesteka xurt ya Yêrêvanê ji bo ber bi Avropayê ve diçe qewîn dike.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê li meclîsa parlamêntaran ya Konsêya Avropayê de ragîhandîye, wextê serdana xwe ya Ermenîstanê ya 11-12 ê hezîranê, her wiha asta dêmokrasîyê li Ermenistanê û xebata ku ji alîyê rayedarên welêt ve di wî warî de hatîye kirin gotîye.
Ewî destnîşan kirîye ku serdana wî ya li Ermenîstanê destpêka meha adarê hatibû plankirin, lê meha hezîranê hatîye kirin.
Li gorî Alên Bêrsên, ev dem derfetek peyda kirîye ku danûstandinên berdewam yên li ser peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û rewşa giştî ya li Başûrê Qefqasyayê bê şopandin.
Qefqasîya herêmek e ku bi tevahî bi malbata avropî ve întêgre bûye. Ev ne tenê ji ber şert û mercên erdnîgarî, lê di heman demê de ji ber şert û mercên dîrokî yên cûre-cûre û her weha nirxan e”.
Ewî tekez kirîye ku ev hemû xebateke hevbeş ya mezintir teşwîq dike.
Alên Bêrsên tekez kirîye ku ji ber vê yekê ofîseke Konsêya Avropayê li Yêrêvanê heye ku fûnksîyoneke girîng pêk tîne û gotîye: “Piştî serdana min ya herêmê, bi taybetî Ermenîstanê, nirxandin û bandora min ew e ku em hest bi hewesa Ermenîstanê ya pir xurt ya ber bi Avropayê ve dikin. Ev rewşeke pir girîng e. Û di vê çarçoveyê de, rola Konsêya Avropayê ew e ku bi welatên xwedî hewesên wisa re bixebite”.
Li gorî gotina wî, di çarçoveya serdana xwe ya Ermenîstanê de, ewî serdana ofîsa Yêrêvanê ya Konsêya Avropayê jî kirîye, ku li wir fûnksîyoneke pir girîng tê kirin, ango, ji bo pêşxistina rêforman û pêkanîna projeyên cûre-cûre.
Sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê tekez kirîye ku “Têgihîna min pir erênî ye. Ez fêm dikim ku li her welatekî, li hemî dewletên endam yên Konsêya Avropayê, her gav mimkûn e ku pirsgirêkên ku hewce ne bên çareserkirin bên dîtin, ev xwezayî ye. Lê belê, ya girîng arasteya wan ya sereke ye, ku bi raya min, di rêça rast de diçe”.







