H’emû nûçeSereke

Dersên perwerdeyê yên birêkûpêk wê ji 12 ê tebaxê heta 3 ê cotmehê jî tevlî bibin

Hukumetê  civîna xweye 26 ê hezîranê de biryar da ku tetbîqatên perwerdeyê ragihîne.

Li gorî vê, dewreyên perwerdeyê ji bo rêzêrvîstên para serbaz û efserên ku di para yekem û duyemy ya koma yekem ya rezervîstan de qeydkirî ne, wê ji 12 ê tebaxê heta 3 ê cotmeha  sala 2025 a tevî navan, pêk bên.

Hatîye destnîşankirin ku ji bo baştirkirina jêhatîyên leşkerî yên rêzêrvîstan, perwerde û amadekarîyên pîşeyî, amadekirina efserên rêzêrvîst tevlîkirina wan di erkê şer de, tetbîqatên perwerdeyê tên ragîhandin.

Di dema dersên perwerdeyê de, her welatîyek ji bo heyamek ku ji 25 rojên teqwîmî zêdetir nebe beşdar dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button