H’emû nûçeSereke

Bijîşkekî kurd li Amêrîkayê bandorên çekên kîmyayî li ser Helebceyê lêkolîn dike

Bijîşkekî kurd yê li Amêrîkayê, bi lêkolîneke berfireh ya 11 salan eşkere kirîye ku bandora çekên kîmyayî yên ku rêjîma BAAS ê li dijî Helebceyê bi kar anîbûn, piştî 37 salan jî li ser ax, jîngeh û tenduristîya xelqê berdewam dike.

Pisporê xaneyên penceşêrê Aram Gelalî li zanîngeha Harvardê, eva 11 sal in li ser bandora demdirêj ya gazên sarîn û xardelê li Helebceyê lêkolînê dike.

Ev lêkolîn wek yekemîn lêkolîna di vî warî de tê zanîn ku bandora van gazan piştî bi dehan salan ji kîmyabaranê, li ser jîngeh û tenduristîya xelqê destnîşan dike.

Gelalî ji K24 ê re ragîhandîye: “Me xwest bandora demdirêj ya gazên sarîn û xardelê li ser ax, jîngeh û laşê mirovan eşkere bikin. Divê her kurdek hewil bide ku Helebceyê bike nasnameya cîhanî ya bikaranîna çekên kîmyayî”.

Lêkolîn di konfêranseke salane ya “Komeleya dîroknasên têkilîyên der yên Amêrîkayê” de hatîye raberkirin.

Mamosteyê zanîngeha Harvardê Aşar Orkabî, kîmyabarana Helebceyê wek “yek ji mezintirîn êrîşên li ser sivîlan di sedsala 20 î û 21 ê de” bi nav kirîye û gotîye: “Helebce bi wateya tirs û tola çekên kîmyayî ya li dijî sîvîlan e”.

Ne tenê pispor û dîroknasên kurd, lê yên bîyanî jî di wê bawerîyê de ne ku tiştê bi serê gelê kurd de hatîye jênosîd e, lê civaka navdewletî di naskirina vê rastîyê de têk çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button