Avakirina stansîya metroya “Acapnyak” ê tê plankirin ku sala 2025 a dest pê bikin

Karê avakirina stansîya 11emîn a “Ajapnyak” ya mêtroya Yêrêvanê tê plankirin ku sala 2025 a dest pê bike. Li gorî “Armenpress”, ev yek di daxuyaniyekê de ku ji hêla şaredariya Yêrêvanê ve hatîye weşandin, hatiye gotin.
“Xebata sêwirandinê ya stansîya 11emîn ya “Ajapnyak” ê ya mêtroya Yêrêvanê bi tevahî qedîya ye, pakêt hemû azmûnan derbaz kiriye”.
Pêşnûmeya biryara hukumeta Komara Ermenistanê ya li ser naskirina berjewendîya giştî ya serdest di warê erd û milkên bandordar de li herêma çêkirina stansîyayê ji bo mîsogerkirina gerandina navxweyî û pêşveçûna bêtir li gorî prosêdûra diyarkirî ji hukumetê re hatîye şandin.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Di heman demê de, xebatên amadekarîyê li ser rêbaza avakirinê dest pê kirine, bi armanca destpêkirina wan di vê salê de”.







