H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û Araxçî  têkilîyên dualî û geşedanên herêmî gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî bi  peywendîyeke têlefonî  axivîne û di wê peywendîyê de wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî spasîya  hevalkarê xweyî ermenî kirîye ji bo helwest û piştgirîya Yêrêvanê di dema êrîşa Îsrayêlê ya li ser Komara Îranêye Îslamî.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ajansa nûçeyan ya îranî Tasnim ê  ragîhandîye, ku hûrgilîyên axaftina di navbera wezîrên  karên der raber dike.Tê ragîhandin ku di axaftina têlefonê de, wezîrê Îranêyî karên der, spasîya hukumeta Ermenîstanê ji bo helwestên wê dîyar kirîye, hewl û alîkarîya hukumeta Ermenîstanê di hêsankirina pirsgirêkên konsûlxaneyê yên welatîyên îranî de di dema şerê 12 rojî yê li dijî Îranê de teqdîr kirine.

Li gorî ajansa mêdyaya îranî, di axaftina têlefonê de, wezîran li ser têkilîyên dualî û pêşketinên dawî yên herêmî nîqaş kirine û nêrînên xwe parve kirine.

Tê zanîn ku Abas Araxçî kiryarên êrîşkar yên Îsrayêlê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li dijî Îranê bi tundî şermezar kirîye.

Araxçî tekez kirîye ku Komara Îranêye Îslamî bi cidî mafê xwe yê wergirtina tezmînatê ji bo êrîşa li dijî xwe li rêxistinên navneteweyî dişopîne.

Her wiha tê destnîşankirin ku Ararat Mîrzoyan rawestandina opêrasîyonên leşkerî, ku wê bibe sedema îstîqirar û kêmkirina rageşîyê li herêmê, pêşwazî kirîye û careke din kiryarên êrîşkar yên li dijî Îranê şermezar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button