H’emû nûçeSereke

“Vîva Armenîa” amadeye kirîna marqeya “Rostêlêkom” ê dest bîne

 “Vîva Armenîa”, opêratoreke sereke yê ragihandinê li Ermenîstanê, amadeye  sed selefê  “GNC-ALFA”, hevaltîya rûsî ku nûnertîya marqeya “Rostêlêkom” (niha Ovîo) dike, bikire. Pêşnûmeya biryara pejirandina vê danûstandinê di rojeva civîna 2 ê tîrmehê ya komîsyona rêziknameya xizmetên giştî ya Ermenîstanê de cîh digire.

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku di 7 ê gulana îsal de, “GNC-ALFA” ji bo pejirandina veguhestina kontrola li ser pargîdaniya xwe serlêdanek  raberî komîsyona rêkûpêk ya xizmetgûzarîyên giştî kiriye, ku li gorî wê “Vîva Armenîa” dixwaze sed selefên wan yên ku sermayeya wan ya destûrdar pêk tînin bi dest bixe.

Ev biryar wê  piştî roja agahdarkirina “GNC-ALFA” li gorî prosêdûra ku bi qanûnê hatîye destnîşankirin bikeve merîyetê.

Di nav du mehan de dikare li komîsyona rêkûpêk ya xizmetguzariyên giştî yan dadgeha îdarî ya Ermenîstanê bê îtîrazkirin, lê îtîrazkirina wê çalakî yan bicîhanîna biryarê ranawestîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button