
Em dibînin ku civaka Îranê xurt dibe û guhêrînekê di rewşa hestyarî de li Adirbêcana Îranê çêdibe, ji ber ku xelkê wir bi eşkereyî nerazîbûn û dilgiranîya xwe ya li himber Adirbêcana piştî Sovyêtê nîşan didin. Derheqa wê yekêda mêvana bernameya “Faktora hêzê” ya li ser News.am ê, rojhilatzan û pispora îranî Karînê Gêvorgyanê ve hatîye gotin.
Ewê destnîşan kirîye ku adirbêcanîyên êtnîkî bi xwe vê bêhêvîtîyê rave dikin.
Pispor destnîşan kirîye ku piştgirîya Adirbêcanê ji bo Îsrayêlê bêhempa bûye. “Me tiştekî wisa li Tirkîyayê nedîtiye. Niha Êrdogan înkar dike ku ewî korîdorên hewayî ji bo F-35 yên Îsrayêlê peyda kirîye. Ev tê vê wateyê ku ewî ew berê peyda kirine, û ev balafir li ser axa Adirbêcanê bûn, ji ber ku topbarana Tewrîzê û Adirbêcana Îranê pir dijwar bûye. Gêvorgyanê tekez kirîye ku ev fikir derdikeve hole, gelo Adirbêcan dibe kolonîyeke Îsrayêlê? Heman fikir derdikeve holê, bi kêmanî di nav analîstên tirk de.” Ewê destnîşan kirîye ku li deverên ku nifûs pir kêm e, Adirbêcanê di carekê de du balafirgeh vekirine, lê li deverên ku piranîya nifûsê lê dijî, tenê çar balafirgehên weha hene. Di rewşa yekem de, rêyên firînê yên pir baş hatine çêkirin.
Îranî îdîa dikin ku ev herêm bi tevahî tesîseke leşkerî ya Îsrayêlê ye. Li gorî wê rastîyê ku balafir ji wir ber bi Adirbêcana Îranê ve firîn, dibe ku ew rast bin.
Sazîyên peywendîdar yên hukumeta Îranê û heta hin endamên parlamêntoya Îranê jî jixwe dibêjin: “Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin, divê em pirsgirêka cînara çareser bikin”.
Ji ber ku Îran li ser sînorên xwe yên bi Ermenîstanê, Adirbêcanê û qismeke Tirkîyayê re 100,000 leşker û 40,000 leşkerên artêşa pasdarên şoreşa îslamî hene, dibe ku ew ji bo îhtîmala êrîşekê ji wir amadekarîyan dikirin.
Pispor bi kurtasî gotîye: “Ew ji bo wê amadekarîyê dikirin, wana leşkerên xwe li wir kom kiribûn, ne li ser Îran-Afganistanê, ne li ser Îran-Pakîstanê, û ne jî li ser sînorê Îran-Îraqê”.







