SerekeSîyasî

Nakokîya di navbera Adirbêcan û Rûsyayê de çawa bi jêopolîtîkê ve girêdayî ye?: BBC

BBC radigihîne ku nakokîyeke dîplomatîk ya li ser mirina du adirbêcanîyan li Yêkatêrînburgê bûye sedema duyemîn nakokîya giştî di navbera herdu welatan de di salekê de.

Li gorî agahîyan li ofîsa ajansa nûçeyan ya «Sputnik» ê ya Rûsyayê li Bekûyê du ajanên xizmeta ewlekarîya fêderal ya Rûsyayê hatin girtin. Weşanên adirbêcanî yên alîgirê hukumetê rexne li hukumeta Rûsyayê û serok Vladîmîr Putin bi xwe digirin. Moskva dibêje ku bersiveke wisa ji bo kiryarên efserên sepandina qanûnê yên Rûsyayê neheq e.

Lê bersiva tund ya Bekûyê encama guhertinên mezintir di jeopolîtîka herêmê de ye. Tenê çend sal berê, trajêdiyên bi vî rengî bandoreke ewqas mezin li ser têkiliyên di navbera her du welatan de nedikir.

Bûyerên bi vî rengî yên ku azêrîyan tê de beşdar bûne, berê li Rûsyayê qewimîne, lê wan bertekek wusa çênekiriye. Di sala 2021 a de, Vekîl Abdullayêv ê 19 salî li herêma Novosîbîrskê bi guleyan hate kuştin. Hat îdîakirin ku mufetîşê polîsê trafîkê yê ku ew rawestandiye di dema girtina wî de bi xeletî gule berdaye serê wî. Dadgehê mufetîş beraet kir û ew vegerîya ser kar.

Wê demê, nûnerên civakê û endamên parlementoya Adirbêcanê rexne li lêkolîneran kirin, lê pirsgirêk negihîşt asta herî bilind.

Hefteya borî, dema ku dadgeheke Sankt Pêtêrburgê komeke xortên ku xwe wek “mafyaya Adirbêcanê” bi nav dikirin, cezayê girtîgehê dan, tu bersiveke fermî nehat dayîn. Di rastiyê de, ew komeke ciwanên çopê bûn ku êrîşî rêwiyan dikirin û wana fîlm dikirin. Dema ku komîteya lêpirsînê sala 2023 a de doza wan girt ser xwe, serokê komê reviya Adirbêcanê, lê li ser daxwaza Moskvayê hate radestkirin.

Lê belê, Adirbêcanê di mijarên radestkirinê de her tim bi awayekî beramberî bersiv nedaye: îsal, dadgeheke Bekûyê red kir ku dadwera berê ya Krasnoyarskê Elêna Xaxalêvayê, ku piştî dîmenên daweta keça xwe navdar bû, ku Valêrî Melazê, Nikolay Baskov û stêrkên din yên pop yên rûsî tê de performans  raber kirin, vegerîne Fêdêrasîyona Rûsyayê.

Şerê di navbera Rûsyayê û Ûkraînayê de pozîsyona Moskvayê li Başûrê Qefqasyayê qels kiriye. Çend roj berîya dagirkirinê, Putin û Elîyêv daxuyanîyeke hevkarîya hevalbendan îmze kirin. Her du welat qet nebûn hevalbendên rastîn. Adirbêcan axên Ûkraînayê yên ku ji hêla Rûsyayê ve hatine dagirkirin wek dagirkirî dibîne û alîkarîya mirovî ji Kîevê re dişîne.

Lê belê, Moskva ji ber beşdarbûna Bekuyê di projeyên ku wê bi cîhana derve ve girêdidin di bin dorpêçên herî giran de gelek tiştan efû dike. Ne tenê borîyên gazê yên herî girîng di nav Adirbêcanê re derbas dibin, lê di heman demê de şaxek ji korîdora veguhastinê ya Bakur-Başûr jî, ku gihîştina Rûsyayê bi bazarên Asyayî re peyda dike, derbas dibe.

Tomas dê Waal, dîroknasekî brîtanî yê herêmê, nivîsîye: “Rûsya îdî nikare li Başûrê Qefqasyayê wek hêzek hişk tevbigere”.

Beku naxwaze ku Rûsya bandora xwe ya berê li Gurcistanê vegerîne, nemaze ji ber ku rêyên sereke yên ênêrjî û veguhastinê ji wir derbas dibin. Adirbêcan her wiha amade nîne ku rê bide hêzên alîgirê Rûsyayê ku li Ermenistanê werin ser desthilatê, ku li dijî lihevhatina bi cînarên wê re û devjêberdana dawî ya îdiayên li ser Karabaxê ne.

Lê krîza giştî di têkiliyên bi Moskvayê re xwediyê muxatabekî din ye Rojavayê.

Pisporê Başûrê Qefqasyayê Kîrîl Krîvoşêv dibêje: “Terikandina ji Rûsyayê [ji bo Adirbêcanê] ji bo veşartina gunehên xwe ji Rojava kêrhatî ye”.

Di rastiyê de, Adirbêcan û Rûsya ne hevalbendên nêzîk in û ne jî dijminên eşkere ne, lê tiştek di navbera wan de ye, dibêje analîstê navenda Karnêgîye Zaur Şîrîyêv.

Pispor zêde kirîye: “Adirbêcan eşkere dike ku ew îdî ne amade ye ku bi awayekî pasîv tevgera Rûsyayê qebûl bike, nemaze dema ku dor tê ser berjewendîyên xwe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button