Gelê Ermenîstanê hewil dide têkilîyên xwe bi rêkûpêk hebin:Sargîs Xandanyan

Şanda parlamênta Ermenîstanê beşdarî civîna salane ya parlamenta Hevbendîya Avropayêye 32 emîn li Portûgalîyayê dibe. Serokê şandeyê, serokê komîtêya daîmî ya têkilîyên der, Sargîs Xandanyan di civîna giştî ya civînê de gotarek raber kirîye.
“Xanim serok,
Yek ji stûnên peymana dawî ya Hêlsînkîyê pabendbûna bi hevkarîyê di navbera dewletên beşdar de ye. Ew dîyar dike ku “Dewlet wê pêşxistina têkilîyên cînartîya baş pêşve bibin, wê hewil bidin ku têkilîyan li ser bingeheke demdirêj ji bo berjewendîya gelên xwe xurt bikin û ava bikin”.
Pêncî sal piştî pejirandina vê belgeyê, mixabin em hîn negihîştine wê armancê.
Ermenîstan bi cînarê xwe Gurcistanê re, ku tenê yek ji sê dewletên beşdar yên Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayêye, sînorên vekirî û hevkarîyeke dînamîk heye. Em van têkilîyên dostane û stratêjîk, ku li ser bingeha berjewendî, nirx û bawerîya hevbeş in, pir girîng dibînin û qîmetê didin wan.
Gelê Ermenîstanê dixwaze bi du cînarên xwe yên din re jî têkilîyên xwe normal bike û hevkarîyê bike.Aşîtî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hêvîyek dûr nîne, lê rastîyek e ku meriv dikare pêk bîne. Herdu welatên me li ser metina peymana aşîtîyê li hev kirine, û Ermenîstan amade ye ku tavilê îmze bike. Dema me tune ku em li bendê bimînin, divê em bi lez, li gorî ruhê peymana dawî ya Hêlsînkîyê û ji bo qencîya gelên xwe tevbigerin.
Gelê Ermenîstanê jî dixwaze têkilîyên wê bi Tirkîyayê re normal bibîne û sînorê wê vekirî be. Ez bawer dikim ku serokên herdu welatan di vî warî de pêşketinên girîng bi dest xistine. Niha dîyalogeke me ya sîyasî ya çalek heye. Serdana dîrokî ya serokwezîrê Ermenîstanê ya Stembolê û hevdîtina bi serokkomarê Tirkîyayê re gaveke ber bi avakirina bawerîyê û nêzîkkirina kêlîya normalîzasîyakirina têkilîyan bû. Em nikarin di vê mijarê de jî dem winda bikin, û ya herî girîng jî, tu astengîyên ku nayên derbazkirin tune ne.
“Em hemû dizanin ku ne tenê gelê herêma me wê ji sînorên vekirî, girêdanên veguhastinê yên baş û hevkarîya aborî sûd werbigire, lê di heman demê de tevahîya herêma jî. Qefqasyayeke Başûr ya aram û girêdayî, xaçerêya aşîtîyê, dikare wek pireke girîng xizmet bike ku Asyaya Navîn bi Avropayê û derveyî wê ve girêdide.
Spas dikim”,- Sargîs Xandanyan di axaftina xwe de gotîye.







