SerekeSîyasî

Li Silêmanîyê dronek ketîye xwarê: 2 mûşek lê barkirî bûne

Li navçeya Kifrîyê ya parêzgeha Silêmanîyê droneke bi 2 mûşekan ketîye xwarê.

Dron di navbera gundên Êlançîyê û Sey Marêlayê yên navçeya Kifrîyê ya îdareya Germîyanê parêzgeha Silêmanîyê de ketîye xwarê.

Berpirsekî payebilind yê ewlhîyê ji Herêmê ji Rûdaw ê re gotîye: “Dronê du moşek hilgirtibûn û neteqîyabûn, ji ber wê tu ziyanek çênebûye”.

Li gorî gotina wî berpirsî ku ew bi xwe ji bo lêkolînê çûye cîhê bûyerê, dirêjahîya dronê du mêtr û nîve û firehîya wê jî du mêtr bûye.

Derbarê sedema ketina xwarê ya droneyê de, heman çavkanîya Rûdaw ê gotîye:

“Di dêpoya wê ya benzînê de tu benzîn nemabû, ji ber wê bi îhtimaleke mezin ji ber bêbênzînîyê ketîye xwarê”.

Li gorî zanyarîyên Rûdaw ê, hêzeke opêrasîyonên Asayîşa Silêmanîyê çûye cîhê bûyerê û dron bi xwe re birîye.

Di sê rojên borî de hejmareke bûyerên bi heman rengî rû dane, di nav de  yekê tîrmehê de du dron li bajarê Silêmanîyê ketin xwarê.

Heta niha çavkanîya dronan nehatîye eşkerekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button