SerekeSîyasî

Tirkîyayê qedexeya li ser balafirgeha Silêmanîyê dirêj kirîye

Desthilata firokevanîyê ya Tirkîyayê qedexeya bikaranîna asmanê xwe ya ji bo geştên balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê heta 6 ê çiriya pêşin dirêj kirîye.

Qedexeya Tirkîyayê 3 ê nîsana sala 2023 a dest pê kiribû û heta niha çend caran hatîye dirêjkirin.

Tirkîyayê wekî hinceta rawestandina geştan, zêdebûna çalakîyên PKK ê yên li Silêmanîyê û “ketina rêxistinê ya nav balafirgehê ya bi awayekî ku gefê li ewlehîya firînê dixe” nîşan dabû.

Rêhewaya Tirkîyayê geşt rawestandibûn

Ji 3 ê nîsana sala 2023 a ve rêhewaya Tirkîyayê  geştên xwe yên ber bi balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê rawestandine.

Her wiha Tirkîya destûrê nade ku balafirên ji Silêmanîyê radibin yan jî ber bi wir ve diçin, asmanê Tirkîyayê bi kar bînin.

Birêvebirê balafirgeha Silêmanîyê hindirîn hiwamiftî di daxuyanîya xwe ya 6 ê kanûna paşînê de ragîhandibû ku Tirkîyayê qedexeya li ser asmanê xwe heta 6 ê tîrmehê dirêj kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button