SerekeSîyasî

Hêzên pêşmerga li çîyayê Qereçûxê opêrasîyoneke berfireh pêk anîye

Wezîreta pêşmerga ragîhandîye lîwaya 14 a ya peyade ji bo jinavbirina tevgera têrorîstan û dabînkirina ewlehîyê, li devera çîyayê Qereçûxê opêrasîyoneke lêgerîn û paqijkirinê lidar xistîye.

Wezîreta pêşmerga 7 ê tîrmehê di daxuyanîyekê da zanîn, opêrasîyon 6 ê tîrmehê seheta 04:00 a dest pê kirîye. Opêrasîyon ji alîyê lîwaya 14 a ya peyade ya ser bi fîrqeya 1 ê ve, bi serpereştîya fermandarê lîwayê Êmîd Rûkîn Êlmî Mîzûrî hatîye birêvebirin.

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin, armanca opêrasîyonê “têkbirina liv û tevgera têrorîstan û dabînkirina ewlehîyeke zêdetir ji bo xelk û gundên herêmê” bûye. Di çarçoveya opêrasyonê de, li çîyayê Qereçûxê, gelîyê Tarawayê, Mela Kaxe û gundên ser bi herêmê ve, lêgerîn û kontrol li stargeh û veşartgehên têrorîstên DAIŞ ê hatîye kirin.

Wezîretê herwiha ragîhandîye, opêrasîyon di heman rojê de seheta 08:00 a sibehê bi serkeftî bidawî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button