H’emû nûçeSereke

Înîsîyatîva stratêjîk, ya wezîreta pîşesazîya têknolojîya înstîtûta vîrtûal ya AB ji xwe rastîyek e

Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Komara Ermenîstanê di çarçoveya hevkarîya berfireh ya bi yek ji mezinên têknolojîyê yên cîhanî, Amazon Web Services, û Mistral AI, ku di warê zekaya sûnî de li Avropayê pêşeng e, projeyeke din ya mezin dest pê dike.

Înîsîyatîva stratêjîk ya wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind, înstîtûta vîrtûal ya ji bo zekaya sûnî, tê destpêkirin, platformeke vekirî ji bo nûjeniyê ye ku ji bo înovatorên sûnî, şîrketên têknolojîyê, lêkolîner û efirînerên IT ê li hev bicivîne, lêkolîn, nûjenî û pêşkeftina hilberê ya pêşkeftî pêş bixe.

Wek beşek ji hevkarîyê, AWS wê bi peyda kirina pisporîya têknîkî, çavkanîyên perwerdehîyê û pisporîya pêşeng ji mîmarên çareserîyên AWS piştgirîyê bide înstîtûta vîrtûal ya AI-ê, û bi rîya têknolojîyên ewir pejirandina berfirehtir ya zekaya sûnî li Ermenîstanê pêşve bibe.

Mistral AI, di encamê de, wê piştgirîya pisporan, gihîştina platforma xwe ya pêşketî ya AI û modêlên çavkanîya vekirî bi şertên taybetî, û her weha gihîştina API (navrûya bernamesazîya serîlêdanê) ya belaş ji bo xelatgirên bi taybetî hatine hilbijartin peyda bike, ku wê lêkolîner û destpêkan bihêle ku bi amûrên AI yên herî bihêz yên îroyîn re bixebitin.

Her çend bingeha vê înîsîyatîvê bi mehan berê hatibe danîn jî, ji bo ku bandora demdirêj mîsoger bibe, destpêkirin di demekê de hat kirin ku pêşkeftina têknolojîk, gihîştina êkosîstêmê û hevrêzîya stratêjîk bi awayekî çêtirîn têne hev kirin. Înstîtûta vîrtûal ya zekaya sûnî ne tenê platformek e, ew êkosîstemek e ku bi mîsyoneke zelal hatîye damezrandin, ku tê de ramanên şoreşger têne kifş kirin û têne jîyan kirin, nûjenî bi sermayeyê, mêntorîyê û pêrspektîva pêkanînê re hevdîtin dike.

Wezîret wê bi awayekî çalak şêwirmendên asta bilind û şêwirmendên têknîkî bixebitîne da ku di tevahîya bernameyê de piştgirîyê bidin beşdaran. Destpêk û lêkolînerên bijartî wê bi rêya bazara AB ê bên naskirin û piştgirîya kesane bistînin da ku çareserîyên xwe di bazarên herêmî û navneteweyî de raber bikin.

Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind lêkolîner, pargîdanîyên nû û efirînerên IT ê vedixwîne ku beşdarî vê bernameya şoreşger bibin. Serlêdan wê di demek nêzîk de bên ragîhandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button