SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî ji Tirkîyayê re sersaxî xwestîye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wan leşkerên ku Tirkîyayê yên li şikefteke Herêma Kurdistanê ji ber gaza mêtanê miribûn sersaxî ji Tirkîyayê re xwestîye.

Wezîreta Tirkîyayêye parastina ragihandibû ku 19 leşkerên wan li şikefteke Herêma Kurdistanê ji ber gaza mêtanê jehrîbûne û 12 leşker ji wan mirine.

Serokatîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragîhandîye ku Nêçîrvan Barzanî nameyeke hevxemîyê ji wezîrê Tirkîyayêyî parastina  Yaşar Guler re şandîye û sersaxî ji malbat û kesûkarên wan leşkerên tirk xwestîye.

Li gorî daxuyanîyê Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de her wiha hevxemîya xwe nîşan daye û hêvîya başbûneke bi lez ji bo birîndaran xwestîye.

Serokê Herêma Kurdistanê di nameya xwe de her wiha tekezî li berdewamîya hevkarîya hevbeş ya navbera her du alîyan kirîye ji bo pêkanîna aşîtî û parastina asayîş û seqamgirîyê li herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button