
Li parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê, akademîya çanda bajarî pêşbirka yekemîn ya helbestan ya Fêqîyê Teyran li dar dixe.
Akadêmîyê da zanîn ku armanca wan ya sereke piştgirîdayîna wêjeya kurdî û teşwîqkirina helbestvanan e.
Ji bo serketîyan xelatên cûre-cûre hatine dîyarkirin. Xelata yekem 10 hezar lîraye, ya duyem 5 hezar lîraye û ya sêyem jî 3 hezar lîra ye.
Her wiha wê li gel xelatan seteke pirtûkan jî wek dîyarî bê dayîn.
Li gorî daxuyanîyê, dema dawî ya serlêdanê 1 ê îlona sala 2025 a û encam wê 1ê cotmeha sala 2025 a bên eşkerekirin.
Beşdar dikarin helbestên xwe yên bi kurdî (kurmancî) bişînin ser navnîşana e-mailê ya [email protected] ê.
Mercên beşdarbûnê yên ku ji alîyê akadêmîyê ve hatine dîyarkirin wiha ne:
Mercên beşdarbûnê
Pêşbirk ji bo hemû kesên ku bi kurdî (kurmancî) helbestan dinivîsin vekirî ye û her beşdar dikare tenê bi yek helbestê beşdar bibe.
Mijara helbestê serbest e. Divê helbest orîjînal bin û naverokên tundî, nefret û heqaretê tê de nebin.
Dirêjahîya helbestê divê di navbera 20 û 100 rêzan de be.
Helbest divê bi formata PDF ê û bi agahîyên kesane (nav, paşnav, têlefon, e-mail) di pelekê de werin şandin. Ji bo parastina bêalîbûna jyûrîyê divê navê beşdaran li ser helbestê neyê nivîsandin.
Helbestên ku piştî 1 ê îlona sala 2025 a bên şandin, wê neyên qebûlkirin.
Helbest wê ji alîyê jyûrîyeke pispor ve li gorî pîvanên wek orîjînalîte, bikaranîna ziman û bandora hestyarî bên nirxandin. Biryara jyûrîyê dawî ye.
Mafê weşandinê: akadêmîya çanda bajarî mafê weşandina helbestên serketî di weşanên xwe de diparêze, bi şertê ku navê helbestvanan bê dîyarkirin.
Organîzator mafê guhertina mercan yan betalkirina pêşbirkê diparêzin.
Feqiyê Teyran kî ye?
Feqîyê Teyran sala 1590 î ji dayîk bûye û sala 1632 a wefat bûye, yek ji pêşengên helbesta klasîk ya kurdî û fîlozofekî girîng e ku bi berhema xwe ya “Zembîlfiroş” tê naskirin.
Ew bi Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Mela Huseynê Bateyî û Ahmedê Xanî re yek ji damezrînerên kevneşopîya wêjeya kurdî tê hesibandin.
Jîyana wî
Navê wî yê rastî Mîr Mehemed e û sala 1590 î de li gundê Miksê yê Colemêrgê ji dayîk bûye.
Ew ji malbateke mîran bûye lê dev ji derfetên malbata xwe berdaye û berê xwe daye zanist û wêjeyê.
Feqîyê Teyran perwerdeya xwe li medreseyên Bedlîsê û li medreseya Sor ya Cizîrê wergirtîye.
Ew wek “Feqîyê gerok” jî dihat naskirin çimkî li gelek deverên Kurdistanê gerîyaye û çîrok û destanên gelêrî berhev kirine.
Gora wî li navçeya Miksê ya Wanê ye.







