H’emû nûçeSereke

Peywirên piştî hevdîtina Paşinyan-Elîyêv: Abû Dabî Moskvayê  “ji lîstikê derdixe”

Rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê di roja duyemîn ya serdana xwe ya xebatê ya bo Yekîtîya Mîrtîyên Ereba li Abû Dabîyê civîyan.

Paşînyan û Alîyêv pêşîyê bi beşdarîya şandeyan bi awayeke berfireh, paşê bi awayeke taybet civîyane. Danûstandinên 5 sehetan demekê hatine rawestandin, paşê dîsa bi awayeke berfireh û rûbirû berdewam kirine.

Civîn bi desthevgirtinên dualî di odeyekê de dest pê kirîye ku tê de sembolên dewletê tunebûn, ji ber vê yekê belge nehatine îmzekirin. Ji her alîyekî pênc nûner amade bûne. Pêkhateya şandeya Ermenîstanê nîşan dide ku gelek mijar ji bo nîqaşê hatine  raberkirin. Ji bilî serokwezîr Paşînyan, ku serokatîya şandeya Ermenîstanê dikir, cîgirê serokwezîr Mhêr Grîgoryan, ku berpirsîyarê danûstandinên li ser dîyarkirin û dîyarkirina sînora û rakirina dorpêça herêmê ye, beşdarî civînê bûne.

Her wiha berpirsên ewlehî û kar û barên sîyasî yên welêt, sêkrêtarê konsêya ewlehkarîyê Armên Grîgoryan û wezîrê karên der Ararat Mirzoyan, û her wiha nûnerê Ermenîstanê di danûstandinên bi Tirkîyayê re, cîgirê serokê meclîsa neteweyî Rûbên Rûbînyan jî amade bûne.

Piştî hevdîtinên Abû Dabîyê, wezîretaErmenîstanêye karên der daxuyanîyeke fermî weşandîye, ku tê de wiha hatîye gotin:

“Serokên dewletan, bi destnîşankirina pêşketinên di pêvajoya dîyarkirina sînorên sînor de, talîmat dan komîsyonên dewletê yên peywendîdar ku xebata pratîkî di wê alî de bidomînin. Alîyan piştrast kirine ku danûstandinên dualî formata herî bibandor in ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên têkildarî pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyan, û li ser vê bingehê lihevkirinek hatîye kirin ku dîyalogeke bi vî rengî ya li ser encam navendî berdewam bike”.

Çapemenîya navneteweyî û her wiha ya Adirbêcanê jî ji niha ve civînê wek dîrokî bi nav dike. Li gorî weşanan, pêşî girîng e ku alîyan platforma welatekî bêalî ji bo civînê hilbijartin, bêyî navbeynkarîyê, ji ber ku serokê Yekîtîya Mîrtîyên Ereba pêşnîyarek ji bo organîzekirina civînek dualî kiribû.

Emîl Ordûxanyan, rêvebirê înstîtûta felsefe, sosyolojî û hiqûqê ya akademîya zanistî ya neteweyî dibêje, ew rastîya ku civînek asta bilind hate organîzekirin, nemaze piştî navberek dirêj, nîşan dide ku tiştek heye ku bê nîqaşkirin. Û bûyerên cûre-cûre yên berîya civînê dihêle ku em texmîn bikin ku gelek mijarên sereke, û her weha alîyên peywendîdar hene.

Wêneya guhertina dînamîk ya hevsengîya hêzê li herêmê di vê gavê de wiha ye: sê dewletên herêmî, û sê welatên din yên nêzîkî herêmê: Rûsîya, Tirkîya, Îran, û hêzên sûpêr yên derveyî herêmê, ku berjewendîyên wan hene, nemaze têkildarî ji nû ve destpêkirina gengaz ya ragîhandin û rêyên ragihandinê.

Ew Çînistan, Yekîtîya Avropayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Hindistan in, ya paşîn jî xwedî projeyên ragîhandinê yên bi vê herêmê ve girêdayî ye. Ordûxanyan ji van hemûyan digihîje vê encamê:

“Yanî, li vir gelek berjewendî hene, ew pir in, û bala her kesî li ser ji nû ve destpêkirina ragîhandinê ye û, bê guman, di nav herêmê de jî reqabet heye. Mebesta min Ermenîstan, Gurcistan, Adirbêcan e, ew ê çi celeb rêkeftin be? Gurcistanê demek dirêj e transîta xwe mîsoger kirîye, Ermenistan tenê îdîa dike ku derfeta bibe welatekî transîtê heye, ku ji bo Ermenîstanê wek faktoreke herêmî pir girîng e”.

Zanyarê sîyasî Stêpan Grîgoryan, serokê navenda analîtîk ya globalîzasyon û hevkarîya herêmî, girîng dibîne ku di vê qonaxê de helwesteke zelal ya dewletê hebe. Ew raste-rast hin bûyerên jêopolîtîk bi van danûstandinan ve girêdide.

“Ji bo min pir girîng e ku hukumet bi berdewamî tekezî li ser mijarekê bike, ku “xetên sor” neyên binpêkirin, ku çi bê vekirin, ku rê di nav axa Ermenîstanê de bên vekirin, ew rê wê di bin serwêrîya Ermenîstanê de bin. Niha hin şîrketên amêrîkî an yên din wê bên, ew ê piştgirî bikin, ew ê xebata ragîhandinê, vekirinê, bênavber, ewle mîsoger bikin, ew ê hîn jî di bin kontrola Ermenîstanê de be, divê gelê me li vir tawîzan nede. Lê rastîya ku rêtorîka him ÿrdogan û hem jî Elîyêv guherîye, ew bi zelalî xuya dike. Û li vir divê ez tiştek bêjim: rastîya ku Rûsîya him li dijî Ermenîstanê û hem jî Adirbêcanê kampanyayeke cidî dimeşîne ne tesadûfî ye. Rûsîyayê ji vê rastîyê hez nake ku Ermenîstan û Adirbêcan di pêvajoyek danûstandinên dualî de ne. Rûsîya “ji lîstikê dernakeve” dimîne.

Rûsyayê li herêmê, bi taybetî di derbarê kontrola rêyên veguhastinê de, bendewarîyên mezin hebûn, û behsa xala 9 a ya daxuyanîya 9 ê mijdara sala 2020 î kir. Zanyarê sîyasî Êmîl Ordûxanyan piştrast e ku bêbandorkirina van armancan, û her weha hevsengkirina sîyaseta der, Ermenîstanê dike faktor û mijarek li herêmê.

“Heger Ermenîstan bi kontrola Rûsîyayê razî nebe, berjewendîya Çînistanê, Hindistanê, Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayê li Ermenîstanê berdewam dike, û bi xwezayî, li ser vê hevsengîyê, em bi rastî jî aşîtîyê dijîn. Werin em qebûl bikin ku ji kêlîya ku Ermenîstanê dest bi hevsengkirina sîyaseta xwe ya der kirîye, heke nehatibe îmzekirin, wê hingê îro bi rastî jî di astek dîyarkirî de aşîtî heye. Û ev bi rastî jî encama avakirina wê hevsengîya hêzan e, ji ber ku me dît ku sîyaseta yekalî me ber bi ku ve bir”.

Di heman demê de, li gorî daxuyanîyek fermî, Rûsîya piştgirîyê dide hevdîtinên raste-rast yên di asta bilind de yên Ermenîstan-Adirbêcanê ku li Yekîtîya Mîrtîyên Ereba têne lidarxistin. Sêkretêrê çapemenîyê yê serokkomarê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov dîyar kirîye ku wan di astên cûda de gelek caran gotîye ku ew ê îmzekirina peymana aşîtîyê di zûtirîn dem de pêşwazî bikin.

Li Ermenîstanê nêrînên pisporan hene ku Elîyêv bi pêşnîyarên amêrîkî razî bûye, wekî din ew ê li Abû Dabîyê bi Paşînyan re necivîyaba. Û pêşnîyara ku rêveberîya Tramp di meha gulanê de ji alîyan re ragîhandibû, bi rakirina dorpêçê û kontrolkirina rêyên transîtê ve girêdayî bû. Tê destnîşankirin ku wan li ser vebijarka kontrolkirina korîdora transîtê bi rêya amêrîkiyan yan jî her rêxistinek ku Dewletên Yekbûyî hildibijêre nîqaş kirîye. ŸmÎl Ordûxanyan bawer dike ku bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê bi van bernameyan re lihevhatî ye.

“Sûbûêktîvîya Ermenîstanê tê bilindkirin, û em dibînin ku ji kêlîya ku Ermenîstan têgeha qaşo “Xaçerêya aşîtîyê” pêş dixe, ku ew jî pejirandinê distîne, ev lihevkirinek di navbera hêzên cîhanî de ye û ev faktora astengker e ku, heta li dewleta herî qels ya Ermenîstanê jî, rê neda Adirbêcanê ku bi provokasyonên derveyî vê korîdorê bigire”.

Ji daxuyanîya fermî ya wezîreta Ermenîstanêye karên der, meriv dikare bibêje ku piştî civîna Abû Dabîyê, xebata komîsyonên dîyarkirina sînora û destnîşankirina sînoran jî wê gaveke nû biavêje. Hukumet û analîstên Ermenîstanê piştrast in ku ev pêvajo wê vekişîna leşkerên Adirbêcanê yên ku êrîşî axa Ermenîstanê kirine mîsoger bike. Wek mînak, rayedar encama dîyarkirina sînor li herêma Tavûşê  raber dikin, dema ku hêzên Adirbêcanê bi aşîtîyane ji hin deveran vekişîyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button