H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan bi serdana fermî çûye Bryûsêlê

Serokwezîr Nîkol Paşinyan îro bi serdana xebatê çûye Bryûsêlê. Deheqa wê yekêda ji hukumeta Ermenîstanê hatîye ragîhandin.
Îro civîna sêalî ya bi serokê Konsêya Avropayê Antonîo Koşta û seroka komîsyona Avropayê Ursula fon dêr Layênê têra hatîye dîtin.
Nîkol Paşinyan wê bi komîsera berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê û serokwezîrê Belçîkayê Bart Dê Wêvêr re jî bicive.







