
Endamê polîtbyûroya Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ahmed ragîhandîye, civîna wan ya li gel Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) gelek baş derbaz bûye û biryar dane ku bi hev re û bi yek sîyasetê li hember Bexdayê tevbigerin.
Îmad Ahmed ku di heman demê de endamê şanda YNK ê bûye, 14 ê tîrmeha ji bo civîna li gel PDK ê, ji peyamnêrê K24 ê re gotîye: “PDK û YNK ê civîneke gelek baş lidar xistine û em li ser piranîya mijarên girêdayî mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûne”.
Îmad Ahmed destnîşan kirîye jî, di civînê de biryar hatîye dayîn ku li gel PDK ê “bi yek sîyasetê li hember Bexdayê tevbigerin û bibin xwedî yek biryar û yek helwest”.
Her wiha daye zanîn, wana biryar daye, heger şandên PDK û YNK ê bi awayekî cuda jî serdana Bexdayê bikin, dîsa jî wê herdu alî xwedî yek sîyaset û yek nêrînê bin, ku ew jî parastina berjewendîyên Herêma Kurdistanê ye.
Endamê şanda YNK ê tekezî li ser wê yekê jî kirîye, di civînê de piranîya demê ji bo gotûbêjkirina mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê û mafên wan yên darayî hatîye terxankirin.







