SerekeSîyasî

Pêvajoya Ermenîstan-Adirbêcanê wê di demeke nêzîk de bi serkeftî bi dawî bibe:Tramp

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp li mala Sipî bi sêkrêtarê giştî yê NATO ê Mark Ryûtêre civîyaye. Serokê Amêrîkayê ragîhandîye ku heger Moskva di nav 50 rojan de li ser Ûkraînayê peymanekê çêneke, ew ê sed selefî bacên gumrikê li ser Rûsîyayê ferz bike.

Derbarê dabînkirina çekan bo Ûkraînayê, ewî ji nû ve tekez kirîye ku welatên endamên NATO ê wê pereyê çekên ku ji Kîêvê re têne şandin bidin.

Tramp behsa nakokîyên ku ewî di dema duyemîn ya serokatîya xwe de wek çareserkirî bi nav kirîye, di nav de nakokîya Hindistan-Pakîstanê, bi dawîbûna şerê 30 salî di navbera Rûandayê û Kongoyê de, û îmzekirina peymana aşîtîyê kirîye.

Serokê Amêrîkayê gotîye: “Tiştê din yê ku hatîye çareserkirin pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê ye, ku wê di demeke nêzîk de bi serkeftî bi dawî bibe”.

Tramp soz daye ku di demek nêzîk de derbarê Gazayê de nûçeyan bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button