H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Fransîyayê tekezî li ser xurtkirina hevkarîya bi Ermenîstanê re dike

Hukumeta Ermenîstanê ragîhandîye ku hevdîtineke taybet di navbera serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan û serokkomarê Fransîyayê Êmanuêl Makron de li qesira Yêlîsêyê pêk hatîye.

Serokwezîr bi germî pîrozbahî li Êmanuêl Makron kirîye ji bo Roja Neteweyî ya Fransîyayê û ji bo Fransîya dost tenduristîyeke baş û serfirazî xwestîye. Serokkomarê Fransîyayê ji bo daxwazên baş spasîya xwe anîye ziman û pabendbûna xwe ya ji bo pêşxistin û kûrkirina hevkarîya piralî bi Ermenistanê re tekez kirîye.

Hevpeyvînan li ser gelek mijarên di rojeva têkilîyên Ermenîstan-Fransîyayê de, ku her wiha pêşveçûna bernameyên hevbeş jî di nav de bûne, nîqaş kirine. Serokwezîr Paşînyan behsa nîqaşên li Bryûsêlê kirîye û bal kişandîye ser armanca hukumeta Ermenîstanê ya kûrkirina hevkariyê bi Yekîtîya Avropayêre.

Her wiha wana li ser mijarên girîng yên herêmî nêrînên xwe parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button