SerekeSîyasî

Adirbêcanê “xwe daweşandîye” û hewil dide ku wê “Tirkîyayê biavêje”

Enqere neçar e ku çavkaniyên xwe li ber çavan bigire, û di vî warî de, derdikeve holê ku divê rêyên sîyaseta derve wek sereke û duyemîn bên dabez kirin. Di vî warî de, Başûrê Kafkasîyayê duyemîn e: Rojhilata Navîn di rêza yekem de ye. Ev nêrîn ji hêla tirkzan, akadêmîk Rubên Safrastyan ve di hevpeyvîna bi Sputnik Armeniyayê re hatîye gotin.

Li gorî tirkzan, divê bê hesibandin ku Tirkîya li herêma me hevalbendek pêbawer jî heye, Adirbêcan. Enqere bi hesabê Bêkuyê nebûna potênsîyala xwe ya ji bo opêrasîyonên li Başûrê Kafkasîyayê telafî dike.

Safrastyan dibêje:”Li vir faktoreke din ya pir balkêş jî derdikeve holê. Wisa xuya dike ku Adirbêcan hewil dide lîstika xwe ya herêmî bide destpêkirin. Wek din, Beku ne tenê dikeve nav pevçûneke tûj bi Rûsîyayê re, lê di heman demê de, wisa dixuye, amade ye ku dest bi dijberiya nêrîn û helwesta birayê xwe yê mezin, Tirkîyayê, bike”.

Li gorî tirkzan, biryara dawî ya Bekuyê ya ji bo derxistina peymanên kevin yên Moskvayê û Qerisê ji metina destûra komara xweser ya Naxîcêvanê pir balkêş e. Li gorî van peymanên ku di navbera bolşêvîkan û ataturk de hatine îmzekirin, Tirkîya di karûbarên Naxîcêvanê de xwedî hin gotin e. Beku, xuya ye, ne tenê dixwaze statuya xweser ya komarê ji holê rake, lê di heman demê de hewil dide ku Tirkîyayê ji lîstikê jî derxîne.

“Wek dîrokzan ku carekê wan belgeyan lêkolîn kiriye, ez dibêjim ku wê demê Tirkîyayê bi xwe dixwest Nexîcêvanê tevlî axa xwe bike, lê bolşêvîkan destûr nedan. Lê ataturk karî bi awayekî dîplomatîk bilîze ku komar dîsa jî bû beşeke ji Adirbêcanê, ne ji Ermenistanê. Tirkan di wê demê de hin mafên bandorê ji serokatîya bolşêvîk “qewirandin”. Di encamê de rewşek pir balkêş dikare derkeve holê, em bibînin” .

Zêdetir nîşan bide
Back to top button