
Piştî civîna sêalî ya di navbera serokwezîr Nîkol Paşînyan,serokê konsêya Avropayê Antonîû Koşta û seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê de, hatîye ragihandin ku Yekîtîya Avropayê amadekarîyên pakêteke alîkarîya darayî ya nû ji bo Ermenîstanê dike. Karbidestên payebilind yên Yekîtîya Avropayê behsa veberhênaneke bi qasî 2,5 mîlyard yûro kirine û dîyar kirine ku ev mîqdar wê di çarçoveya stratêjîya “Derîyên global” de bê peyda kirin.
Di çarçoveya stratêjîya bi navê “Derîyên global” de, Yekîtîya Avropayê plan dike ku 2.5 mîlyard yûro li Ermenîstanê veberhênan bike. Ev rêkeftin, ku di encama civîna sêalî ya Paşînyan-Koşta-Fon dêr Layênê de pêk hatîye, bûye mijara nîqaşeke berfireh.Zanyarê sîyasî Hakob Badalyan di hevpeyvîna bi “Radiolur” re rave dike ku “Derîyên global” di rastîyê de stratêjîyeke têkildarî “Korîdora navîn” e. Li gorî wî, berî ku veberhênaneke ewqas mezin bike, divê Yekîtîya Avropayê bawar bibûya yan jî piştrast bibûya ku Ermenîstan dikare di pêvajoya vegerandina girêdana bazirganî ya “Korîdora Navîn” ya di navbera Yekîtîya Avropayê û Asyaya Navîn de bê hesibandin.
“Bi rastî, ev “Korîdora navîn” ya ragîhandina veguhastinê bi Asyaya Navîn re ye. Eşkere ye ku Yekîtîya Avropayê amade ye ku veberhênanên weha li Ermenîstanê bike heger Ermenîstan di nav van “derîyên navîn” de bê danîn, lê dîsa pirsa sereke ev e ku em qala çi celebê rêjîma ragîhandinê dikin. Û mesele li vir ne tenê têkilîyên bi Ermenistanê re ne, girîng e ku meriv fêm bike ka Yekîtîya Avropayê, bo nimûne, çi nêzîkatîyê di derbarê helwestên Tirkîyayê û Adirbêcanê de heye, ji ber ku em fêm dikin ku ev mijarên sereke ne, û bêyî van şert û mercan ne gengaz e ku meriv “Korîdora navîn” ji pêrspêktîva Yekîtîya Avropayê xeyal bike”.
Hakob Badalyan: “Yanî, eşkere ye ku Adirbêcan “bihayê” xwe, “bihayê” helwestên xwe, bê guman, ne bêyî erêkirina Tirkîyayê bilind dike. Û di van şert û mercan de, bê guman, pirsek derdikeve holê, bo nimûne, gelo Yekîtîya Avropayê hewil dide ku helwestên Ermenîstanê bi rêya van “pîta”yên ku ji Ermenîstanê re hatine raber kirin yan jî soz dane Ermenîstanê, li gorî nêzîkatîyên Adirbêcanê û Tirkîyayê biguncîne?”
Daxuyanîya çapemenîyê ya piştî civîna sêalî ya di navbera serokwezîr Nîkol Paşînyan,serokê konsêya Avropayê Antonîû Koşta û seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê de hatîye weşandin, her wiha destnîşan dike ku bernameya “Berxwedan û mezinbûn” ya 270 mîlyon yûroyî ku di nîsana sala 2024 a de hatîye ragîhandin, fînansmana Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê 50 selef zêde kirîye. Bi 200 mîlyon yûro alîkarî hebe û 70 mîlyon yûro fînansmana ji bo zêdekirina veberhênanê, ew berdewam dike ku piştgirîyê bide rojeva rêformên civakî-aborî ya Ermenîstanê, hevkarîya sêktorî ya nêzîktir û veberhênanên di ênêrjî, veguhastin û sêktorên taybet de.
Zanyarê sîyasî Hakob Badalyan: “Ez difikirim ku ev veqetandin, bê guman, wê hebin, ji ber ku bi wan re Yekîtîya Avropayê wê hewil bide ku berjewendîyên xwe li Ermenîstanê û nêzîkatîyên xwe, ramanên ku ew “qebûl dike” hem di warê Ermenîstanê de û hem jî di warê pêrspêktîva Kafkasîyayê de bi giştî pêşve bibe. Lê heke em li ser wê pakêta mezin ya 2.5 mîlyardî biaxivin, wê hingê ez difikirim ku “bihayê” wê wê avakirina “Korîdora navîn” be.
Komîsara avropî Kaya Kalasê meha adarê de, di civînekê de bi wezîrên derve yên welatên Asyaya Navîn re, ragîhandîye ku Yekîtîya Avropayê wê 10 mîlyard yûro ji bo avakirina “Korîdora navîn” veberhênan bike. Li gorî zanyarê sîyasî Hakob Badalyan, pirsa sereke di vê qonaxê de ev e ku lîstikvanên sereke yên herêmê, û bi taybetî Tirkîyayê, wê çi nêzîkatîyan bigirin. Di derbarê Ermenîstanê de, li gorî zanyarê sîyasî, Yêrêvana fermî hîn zelal nekirîye ka ew rakirina dorpêça li ser herêmê çawa difikire.
“Yêrêvana fermî dibêje ku pêşnîyar û nêzîkatîyên cûre-cûre yên alîyên cuda têne nîqaşkirin, û di van nîqaşan de serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê nayê pirsîn”.
Notên li ser serdana Paşînyan ya li Bryûsêlê jî di çapemenîya navneteweyî de têne nîqaşkirin. Deutsche Welle ya almanî, bi îşaret bi civîna Paşînyan-Koşta-Fon dê Layênê, hevkarîya di sêktorên ewlehî û parastinê de û pêşketina di serbestberdana vîzayê de bi Ermenîstanê re wek mijarên sereke di nav nîqaşan de nirxand. Rojnameyê tekez kirîye ku Yekîtîya Avropayê wê 1.5 mîlyon yûro ji bo xurtkirina mêdyaya serbixwe li Ermenîstanê veqetîne.
“Di nav gefên ku hatine nîqaşkirin manîpûlekirina agahîyên derveyî, destwerdan û dêzînformasyon hebûn. Di vî warî de, Yekîtîya Avropayê ragîhandîye ku 1.5 mîlyon yûro ji bo xurtkirina mêdyaya serbixwe li Ermenîstanê hatîye veqetandin. Rêberên Yekîtîya Avropayê her wiha îhtîmala tevlîkirina Ermenîstanê di hejmareke destpêşxerîyên herêmî û aborî yên nû yên Yekîtîya Avropayêda destnîşan kirine”.
Ermenistan wê di demek nêzîk de mazûvanîya du çalakîyên mezin bike: civîna bilind ya civaka sîyasî ya avropî û konfêransa 17 emîn ya alîgirên peymana cûre-cûrîya bîyolojîk. Spartina Yêrêvanê ji bo organîzekirina van çalakîyan jî wek nîşanek bawerîya Yekîtîya Avropayê bi Ermenîstanê tê dîtin.







