H’emû nûçeSereke

Li Hewlêrê berhemên dîrokî yên 6 hezar salî hatine dîtin

Tîmeke ji arxêologên kurd û amêrîkayî, di kolanên li “Girê Metrab” ê ya li deşta Şemamikê ya nêzîkî Hewlêrê de, gelek berhemên ku dîroka wan vedigere derdora 6 hezar sal berê, dîtine.

Kolanên ku ji alîyê rêveberîya şûnwar û keleporê ya Hewlêrê û zanîngeha Brîn Maûrî ya amerîkayê ve bi hevparî tên birêvebirin, nîşan didin ku civakên gundan yên Mêzopotamîyayê di du serdemên dîrokî yên girîng de jîyane: serdema Kalkolîtîka Dereng û Serdema Helenîstî.

Projeya kolanan sala 2022 a dest pê kirîye. Ev çar serdem in kolanên arxêolojîk li Girê Mêtrabê berdewam dikin.

Nûnerê rêveberîya şûnwar û keleporê ya Hewlêrê Elî Banî Şarî dîyar kirîye ku Girê Mêtrabê şûnwareke girîng ya arxêolojîk e û li ser nexşeya arxêolojîk ya Îraqê û Herêma Kurdistanê hatîye qeydkirin.

Koşkeke mezin hatîye dîtin.

Di kolanan de, bermayên mîmarî yên girîng hatine kifşkirin ku şeş ode, herwiha avahîyekî mîmarî jî hatîye dîtin ku tê texmînkirin koşkeke mezin be.

Rêveberê projeyê profêsor Roko Palêrmo dîyar kirîye ku tîma wî li ser du qonaxên sereke lêkolîn kirîye: serdema Kalkolîtîka Dereng û qonaxa Hêlênîstî.

Roko Palêrmo gotîye: “Em dixwazin zanibin ku civakên gundên biçûk çawa li hemberî guherînên mezin yên wek bilindbûna şaristanî û împêratorîyan tevgerîyane”.

Bi sedan berhemên dîrokî hatine dîtin

Li gorî Palêrmo, di kolanan de bi sedan berhemên dîrokî yên bêkêmasî yên wekî vazo û amûrên rojane hatine dîtin ku li cîhê xwe hatine hiştin û ev yek wêneyekî kêmpeyda û zelal ê wê serdemê nîşan dide.

Tîm her wiha ji bo dîyarkirina cîhên girîng yên binerdî di kolanên paşerojê de têknolojîya modêrn bi kar tîne, di nav de lêkolîneke jêofîzîkî ya berfireh jî heye.

Tîma kolanan wê xebatên xwe bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button