H’emû nûçeSereke

Şopa ermenîyan li Bolgarê: malperek nû ya bi zimanekî biyanî bi şopên lêkolînê

Fonda zanistî-analîtîk ya «Gêxard» analîzek li ser lêkolînên nû yên gênêtîkî û arxêolojîk raber dike, ku piştrast dike ku di serdema navîn de li axa Bulgarîya Volgayê civateke ermenî hatiye damezrandin.

“Ermenî ji serdema navîn ve, bi taybetî ji sedsalên 10-11 a vir ve li Bolgarîyayê û deverên din yên Bulgarîya Volgayê bi cih bûne. Her çend nifûsa Bulgarîya Mezin bi piranî misilman bûn jî, daneyên arxêolojîk hebûna şopên ermenî, civateke û goristaneke Xiristiyanî belge kirine”.

Ji bo lêkolîna pêvajoya pêkhatina gelên ku niha li herêma Volgayê dijîn, zanyarên zanîngeha zanistî û têknolojiyê ya Sîrîus ya Fêdêrasyona Rûsyayê, bi hevkarîya înstîtyta gênetîka giştî ya Vavîlov ya akademiya zanistên Rûsyayê û înstîtûta lêkolînê ya Antropolojiyê ya zanîngeha dewletê ya Moskvayê, lêkolînek din kirin. Gelo tatar, çuvaş û başkîr neviyên niştecihên Bolgarê yên serdema navîn in, ku di damarên wan de xwîna koçer û nûhatiyên ji başûr diherike?

Bolgar, navendeke bazirganî û çandî ya mezin li ser çemê Volgayê, ji aliyê eşîrên koçer yên ji başûr, ji herêmên Azovê û behra Reş ve hatîye damezrandin, ku di sedsala 10 a de li vir dewletek ava kirine û bûne misilman. Mongolan, piştî ku di sedsala 13 ande Bolgar fetih kirine, ew kirine paytexta dewleta xwe, Horda Zêrîn. Li gorî arxêologan, Bolgar xwedî nifûseke pirêtnîkî bûye, di nav wan de tirk,  her weha ermenî jî hebûn. Tenê lêkolîna gênêtîkî gengaz kiriye ku bi rastî bê destnîşankirin ku hin ji van gelan ji ku hatine.

Li gorî encamên lêkolînê, nifûsa bajêr pirreng bûye. Ji bo ku fêm bikin ka 700 sal berê li vî bajarî kî dijiyan, zanyar asîda dêoksîrîbonukleîk ya sê kesên ku li nêzîkî “Qesira Yêmênî” hatine veşartin lêkolîn kirin. Li gorî lêkolîneran, “Qesira Yemenî”, ku perestgeheke piçûk ya Xiristiyanî ye, bi îhtîmaleke mezin ermenî ye. Jînetîkzanan haplogroupa van kesan analîz kirin, ku celebek “paşnavê” gênêtîkî ye ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin. Haplogroup ji bo destnîşankirina esilê bav û kalên mirovan têne bikar anîn. Di mêran de, ew bi kromozomê Y (ji bav bo kur tê veguhastin) û di jinan de – bi asîda deoksîrîbonukleîk ya mîtokondrî (tenê ji dayikê tê mîrasgirtin) tê destnîşankirin.

Kolandinên axêolojîk li “Qesira yûnanî” du caran hatine kirin: di sala 1916 a de ji hêla Smolîn û di nîvê salên 1940 î de ji hêla  Smirnov ve. Taybetmendiyên avahî û pîvanî yên perestgehê, û her weha kevirên goran yên bi nivîsên ermenî, hiştin ku ew bi dêrên ermenî yên sedsala 14 a yên Noravankê, Fêodosîyayê û Qirîma Kevin re bê nas kirin. Perestgehên bi vî rengî bi gelemperî du qatî ne, qata jêrîn wek odeya veşartinê xizmet dikir. Kevirên goran yên deşîfrekirî û dubarekirî hatine weşandin vedigerin salên 1308-1335 a. Vê yekê rê da Smîrnov ku bi awayekî maqûl îdîa bike ku goristaneke kolonîyek ermenî li Bilgarîyayê hatîye dîtin, ku li dora komplêksa bîranînê hatiye avakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button