H’emû nûçeSereke

Yek ji vebijarkên di lîsteya nîqaşê de îmzekirina peymana aşîtîyê ye:Paşînyan

Metina projeya Ermenîstan-Adirbêcanê ya li ser avakirina aşîtî û têkiliyên navbera dewletan li hev hatiye kirin û danûstandinên li ser metinê qediyane. Niha, di bingeh de, çi îlankirî be çi neîlankirî be, di bin wê sernavê de be yan jî di bin sernavek din de be, me ji hingê ve bi Adirbêcanê re dest bi şêwirmendîyê kiriye ka em çawa pêşve biçin, nexşerêya rê çi dibe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan civîna çapemenîyê de gotîye.

“Fikira destpêkirinê jî di rojevê de ye û ew yek ji vebijarkên di menuyê de ye ku tê nîqaşkirin. Ew ne bi tenê ye, dibe ku di hin mercan de qebûlkirî û realîst be, û dibe ku di hin mercan de ewqas realîst nebe. Em ê tu derfetekê ji dest nedin ku ber bi îmzekirina peymana aşîtiyê ve biçin”.

Paşînyan tekez kirîye: “Ez dubare dikim, ev divê bi berçavgirtina bê guman ya serwêrî, yekparçeyiya axê, dadwerî û berjewendîyên dewletê yên Komara Ermenîstanê pêk bê. Ji aliyekî din ve, divê em fêm bikin ku cîhan dînamîk e û divê em bi nermî nêzîkî wê bibin, divê em baldar bin da ku ji nişkê ve dernekeve holê ku em li derfetên heyî dinêrin û nabînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button