H’emû nûçeSereke

Îro jî li Ermenistanê rewşên derveyîkirina kar hene, lê ew milkê Ermenistanê dimînin:Paşînyan

Me demek dirêj helwestên xwe yên li ser vekirina danûstandinên herêmî û veguhastinê, di projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de diyar kirine. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîyê ya  16 ê tîrmehê de  gotîye.

“Ermenîstanê bi vekirina rêyên veguhastinê, di nav de Ermenîstan-Ermenîstan bi rêya axa Adirbêcanê, di nav de ji Adirbêcanê ber bi Adirbêcanê bi rêya axa Ermenîstanê, bazirganiya dualî, danûstandina navneteweyî ji Ermenîstanê bi rêya axa Adirbêcanê ber bi welatên sêyemîn, ji Adirbêcanê bi rêya axa Ermenîstanê ber bi welatên sêyemîn, û danûstandina transîtê re eleqedar e”.

Em van hemû pêvajoyan di çarçoveya serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya Komara Ermenistanê de dibînin.

Di derbarê derveyîkirina erkên kar de,  li Ermenistanê gelek rewşên navdar yên derveyîkirina erkên kar hene. Mînak, rêveberîya “Zvartnos”ê ji derve tê şandin. Rêveberîya sîstema avê ji derve tê şandin. Me di demên berê de ezmûna derveyîkirina “Haypost” hebû. Rêveberiya rêhesinên Ermenistanê ji derve tê şandin. Nuansa li vir ev e ku ev hemû sîstem hîn jî milkê Ermenistanê ne. Ev pir girîng e ku bê zanîn.

Niha, bo nimûne, avakirina şîrketekê tê nîqaşkirin, ku dê veberhênanan bikişîne, ji ber ku “xaçerêya aşîtîyê” xwedî potênsîyaleke veberhênanê ya mezin e. Divê em van berjewendîyan bi hin faktoran re xurt bikin. Em bêtir li ser otoban û rêhesinan diaxivin, lê em dikarin li ser borîyan, xetên êlêktrîkê, kabloyên têlêkomunîkasîyonê jî biaxivin. Ev aboryek e ku divê bê efirandin û birêvebirin. Divê û dikare milkê Ermenîstanê be.

“Em li ser rêvebirina wê aborîyê û bicîhanîna hin fûnksîyonên di nav wê de diaxivin.

Wek din, li ser kirêkirinê jî nîqaş heye. Mijara kirêkirina erdê jî tê nîqaşkirin. Li gorî qanûnên me, ev yek wekî mafê avakirinê tê binavkirin, û li gorî mantîqa wî mafî, veberhênanên ku di bin wî mafî de têne kirin piştî bidawîbûna wê peymanê dibin milkê Ermenîstanê”,- ewî gotîye.

Paşînyan destnîşan kirîye ku di wê çarçoveyê de, ramanên cûre-cûre hatine nîqaşkirin û têne nîqaşkirin. Hîn tiştek nehatiye îmzekirin, min rêze-nîqaşan raber kirîye: “Me got ku em ji bo hin hêsankirinan amade ne. Îro, di navbera welatên cîhanê de jî pêşbazîyek heye ku barhilgir, hilgirên ênêrjiyê û  vexwînin ku ji axa wan derbas bibin. Ev jî divê bê hesibandin”.

Bi awayekî ecêb, îro hêz û kes hene ku hewl didin vekirina rîya hesin ya di nav Ermenîstanê re wek trajêdiyek raber dikin. Di rastiyê de, trajîdiya ev e ku rîya hesin di nav Ermenîstanê re derbas nabe.

Me soza van hêsankirinan neda kesî, lê wan di broşyûra “Xaçerêya aşîtîyê” de bi cîh kir.

“Tiştek eşkere ye: em dixwazin û amade ne ku Ermenîstanê bikin welatekî tranzît. Bê guman, divê em hewil bidin ku şert û mercên herî balkêş raber bikin da ku em karibin veberhênerên navneteweyî îqna bikin ku ev cih û hawîrdorek pir ewle û bibandor ji bo veberhênanan e. Ji xwe lîstikvanên cîhanî yên eleqedar hene, ku dikarin bibin baweriyek di hawîrdora veberhênanê de”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button