H’emû nûçeSereke
Pêrspêktîvên hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê hatine nîqaşkirin

Cîgirê serokwezîr Miher Grîgoryan bi cîgirê serokwezîr û wezîrê karên der yê Dûkasyona Mezin ya Lyûksêmbûrgê Ksavîê Bêtêl re civiyaye.
Di destpêka hevdîtinê de,cîgirê serokwezîr têkilîyên bawerî û dostane yên di navbera Ermenîstanê û Lyûksêmbûrgê de bilind nirxandine, û tekez kirine ku pêwîst e hevkarîya bazirganî û aborî li gorî asta hevkarîya sîyasî bê hevseng kirin.
Hevpeyvîneran her wiha li ser pêrspêktîvên hevkarîya Ermenistan-Yekîtîya Avropayê, û her wiha pêvajoya pêkanîna peymana hevpar ya aborî û civaka avropî jî nîqaş kirine.
Miher Grîgoryan û Ksavie Bêtêli herduyan jî girîngiya avakirina aşîtî û aramîya mayînde li Başûrê Kafkasîyayê tekez kirine, û her weha li ser geşedanên jêopolîtîk nerînên xwe parve kirine.







