H’emû nûçeSereke

Meetup Harmony VII rêberên Web3 li Yêrêvanê qebûl kirîye

9 ê tîrmehê, li Yêrêvanê çalakîya salane ya Harmony MeetupVII hatîye lidarxistin, ku rêberên di pîşesazîya Web3 de di bin yek banî de tîne cem hev. Di çalakîyê de, Fastex pirsgirêkên heyî destnîşan kirîye û ramanên nûjen û pêrspêktîvên Web3 bi pisporên xwedî ezmûn yên di vî warî de parve kirîye.

Harmony VII platformek pir baş e ji bo raberkirina çareserîyên têknolojîk û berhemên nûjen, ku çend sal in rêberên pîşesazîyê li yek cîhekî tîne cem hev, civatek Web3 ava dike û qaîdeyên nû yên lîstikê destnîşan dike.

Bîr bînin ku Fastex êkosîstemeke Web3 ye ku bi lez pêş dikeve û ji bikarhênerên xwe re derfetên mezin û hawîrdorek rehet peyda dike, platforma danûstandina krîptoyê ya Fastex Exchange, Fastex Card, YoWallet û ftNFT bi platform û qadên xwe yên dîjîtal, û her weha YoHealth, serîlêdanek ku şêwazek jîyaneke tendurist pêş dixe,raber dike.

Harmony Meetup VII destkeftîyên Fastex di şeş mehên borî de kurt kirîye: destpêkirina hilberên nû, mezinbûna êkosîstêmê û berfirehbûna bazarê. Destkeftîya mezin ya din ya Fastex derxistina pereyê bîranînê yê FTN (FTN Note), û her weha nûvekirina karta debîtê ya Fastex û karta metal ya prêmîûm ya nû ya Fastex e.

Hemû mêvanên Harmony VII derfet dîtin ku li ser bernameya pêşxistina ekosîstêmê fêr bibin û bi endamên tîmê re têkilî daynin. Çalakî ji hêla şîrketên mêdyayê yên navneteweyî yên pêşeng ve hatîye şopandin. Îsal, rojnamevanê News.Bitcoin.com Dêyvîd Sênsîl û rojnamevanê Cointelegraph Giovanni Pini beşdarî Harmony VII bûne.

Di hevpeyvîna de li gel News.Bitcoin.com ê, rêveberê yasayî yê Fastex û endamê lijneyê Vardan Xaçatryan li ser planên Fastex ji bo ketina bazara Brazîlyayê axivîye. Li gorî wî, di çarçoveya pêşbazîya heyî ya di pîşesazîyê de, Brazîlya, wekî herêmek, wê derfetekê peyda bike ku bikarhênerên nû bikişîne.

Harmony Meetup VII careke din bi avakirina hevkarî û şirîkatîyên xurt, şekildana civaka Web3 û danîna qaîdeyên nû yên lîstikê ve hatîye nîşankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button