H’emû nûçeSereke
Pêvajoya danûstandinên li ser serbestberdana vîzayê hatîye gotûbêjkirin

Xizmeta çapemenîyê ya hukumetê ragîhandîye ku cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan li mîsyona Komara Ermenîstanê li Yekîtîya Avropayê, rêvebirê ciştî yê danûstandinên cînartî û berfirehkirinê yê komîsyona Avropayê Xêrt-Yan Kopman, pêşwazî kirîye.
Mijara sereke ya civînê rênimayên bernameyên hevbeş yên ku di çarçoveya plana berxwedêrî û mezinbûnê ya Yekîtîya Avropayêde bên bicîhanîn bûye.
Herwiha di hevdîtinan de li ser pêşketina danûstandinên li ser serbestberdana vîzayê û xebatên ku di wê çarçoveyê de ji bo dîjîtalîzasîyakirinê têne kirin, nîqaş kirine.
Di hevdîtinê de, di çarçoveya înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” de, li ser pêrspêktîvên vekirina rêyên ragihandinê û modêrnîzasîyakirina binesaziyê li herêmê jî nêrîn hatine parvekirin.







