
Berpirsê kar û barên balyozxaneya Amêrîkayêye li Îraqê di civîna xwe ya li gel serok Mesûd Barzanî ragihandîye, Amêrîka pêşwazîyê li rêkeftina di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta fêdêral ya Îraqê ya derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên herêmê dike.
Serok Mesûd Barzanî 19 ê tîrmeha sala 2025 a pêşwazî li berpirsê kar û barên balyozxaneya Amêrîkayêye li Îraqê Stîvên Fagîn û şanda pê re kirîye.
Li gorî daxuyanîya baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku konsûlê giştî yê Amêrîkayêye li Hewlêrê Stîvên Bîtnêr jî amade bûye. Fagîn tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê di seqamgîrîya Îraqê û navçeyê de kirîye. Ewî her wiha destnîşan kirîye ku welatê wî xwazyarê Herêmeke Kurdistanê ya bihêz e û aramîya Herêma Kurdistanê di berjewendîya hemû alîyan de ye.
Di beşeke din ya civînê de, proseya çareserîyê li Tirkîyayê û rewşa Sûrîyayê hatine gotûbêjkirin. Şanda amêrîkî spasî û pêzanînên xwe ji bo rol û hewilên serok Barzanî di piştgirîkirina proseya aşîtîyê li Tirkîyayê û nêzîkkirina alîyên kurdî yên Sûrîyayê û xurtkirina yekrêzîya wan de anîye ziman.
Ji alîyê xwe ve, serok Barzanî ragîhandîye ku proseya çareserîyê li Tirkîyayê di berjewendîya hemû alîyan û navçeyê de ye û tekez kirîye: “Em bi hemû awayî piştgirîya wê proseyê dikin û ji bo serxistina wê çi pêwîst be em ê bikin”.
Mijarên din yên hevdîtinê, gavên avakirina kabîneya dehem ya hukumeta Herêma Kurdistanê û peywendîyên di navbera hukumeta herêmê û hukumeta fêdêral ya Îraqê de bûne.
Di vê çarçoveyê de, şanda mêvanan ragîhandine ku Amêrîka kêfxweş e bi rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de hatîye kirin.







