SerekeSîyasî

Li Şamê 5 ciwanên kurd ji ber axaftina bi kurdî hatine girtin

Li Şama paytexta Sûryayê, dewrîyeke ewlehîya giştî  bi awayekî keyfî pênc ciwanên kurd desteser kirine.

Bûyer li nêzîkî navenda Syrîatêlê ya li taxa Mezzeh El-Cebelê qewimîye û sedema girtina wan tenê axaftina bi kurdî bûye.

Li gorî rewangeha sûrî ya mafên mirovan, ev pênc ciwanên ku ji gundên Efrînê ne, li cîhekî giştî bi zimanê xwe yê dayîkê kurdî diaxivîn.

Di wê demê de efserekî ewlehîyê nêzîkî wan dibe û ji wan dipirse: “Hûn kurd in?”.

Piştî ku ciwanan bi “erê” bersiv da, di cîh de dewrîyeke çekdar gihîşt cîhê bûyerê, ew girtin û ber bi cîhekî nedîyar ve birin.

SOHR ê ragîhandîye ku hatîye piştraskirin ku yekîneyeke ewlehîya giştî ya Şamê ew pênc ciwanên kurd ji ber axaftina bi zimanê kurdî girtine.

Heta niha, ev pênc ciwan di binçavkirina keyfî de ne û derbarê çarenivîs û cîhê wan de tu agahî nehatine bidestxistin.

Ev bûyer metirsîyên li ser rewşa kurdan yên li Şamê û li seranserê Sûryayê careke din tîne rojevê ku tenê ji ber bikaranîna zimanê xwe yê dayîkê rastî zext û zordarîyê tên.

Bûyerên bi vî rengî yên girtina kurdan li herêmên di bin kontrola hukumeta Sûryayê de dem bi dem rû didin û ev yek dibe sedema nerazîbûna gel û rêxistinên mafên mirovan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button